Rewşa girtiyekî siyasî yê Kurd nebaşe

19:38 - 23 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Tendrûstiya girtiyê siyasî yê Kurd yê xelkê bajarê Kamyaranê ku li girtîgeha bajarê “Mescid Silêman” ê de ye, nebaşe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pênçşemî 2`ê Reşemeh (22`ê Şibat)ê, “Cengîz Qedemixêr” giritiyê siyasî yê Kurd yê li girtîgeha bajarê Mescid Silêmanê bi sedema xirab bûna rewşa tendrûstiya cismî, ev bo tedaviyên pîzişkî bo nexweşxaneya derveyê girtîgehê veguhastine, û piştî tedaviyên pîzişkî dubare bo girtîgehê veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyî siyasî yê Kurd ku bi sedema nesaxiya gurçikan êş û azaran dibîne, berpirsên girtîgeha Mescid Silêman bi bê wê ku nesaxiya wî bê çareserkirin, ev bo girtîgehê veguhastin.

Herwisa li gorî vê çavkaniyê, pîzişkên nexweşxaneyî derbarê rewşa tendirûstiya wî girtiyê siyasî yê Kurd de, ji perpirsên girtîgeha Mescid Silêman re hişdarî dane, û herwisa ragehandine ku, hekî nesaxiya wî girtiyê siyasî yê Kurd tedaviyên hewce neyên encamp dan, navbirî di şeş mehên bê de, wê digel metirsiya micid ya cismî, rûbirû be.

Çengîz Qedemixêr, xelkê Kamyaranê li Cozerdana 1390`î li derdora bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran ve hatibû desteserkirin.

“Çengîz Qedemixêr” ji aliyê “Dezgeha Dadweriyî” bi tohmeta endam bûna li yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, bi 40 sal heps hatiye cezadan.