Rewşa dawî ya du kolberên birîndarbûyî di sînorê Urmiyê de

19:24 - 26 Gulan 2020

“Turan û Ridwan Ehmedî” kurên “Ebdulxaliq”, du kolberên ku roja Yekşemî 4`ê meha Cozerdan di sînorê devera Soma û Biradust a bajarê Urmiyê de bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê bi awayekî dijwar hatine birîndarkirin û bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, “Turan Ehmedî” di nexweşxaneya bi navê “Azerbaycan” a girêdayê bajarê Urmiyê de hate razandin û “Ridwan Ehmedî” jî di nexweşxaneya “Arifiyan”ê de di bin tedawiya pizîşkî de ne.

Herwisa wî çavkaniya agehdar got: “Rewşa giştî a “Turan Ehmedî” bi sedema berketina gullê rewşa wî pir dijwar hatiye ragihandin.

Çavkaniya agehdar eve ji got: “Ridwan Ehmedî” bi sedema gullereşandinê dest wî hatiye birîndarkirin û rewşa wî ya giştî ber bi başiyê ve diçe.

Roja Yekşemî 4`ê Cozerdan (24`ê Gulan)ê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hejmarek ji kolberên Kurd li ser sînorê Soma û Biradust a bajarê Urmiyê kirine armancên xwe û bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî, kolberekî Kurd ê bi navê, “Erselan Ehmedî” kurê “Hakim” canê xwe ji dest da û herwisa du kolberên din jî yên bi navên “Turan û Ridwan Ehmedî” kurên “Ebdullxaliq”, bi dijwarî hatibûne birîndarkirin.

Ew sê kolberane xelkê gundê “Koran” a ser bi devera Soma û biradustê ya bajarê Urmiyê ne.