Rewşa bajarê Şinoyê awarte ye

16:00 - 17 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Spasha Pasdaran bi şandina çekên giran ji bo bajarê Şinoyê, rewşeke awarte bi ser vî bajarî de hakim kiriye.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, di du rojên derbazbûyî de, Spaha Pasdaran çekên giran ji bo bajarê Şinoyê ya girêdayî parêzgeha Urmiyê şandine, û herwisa beşek ji hêzên xwe di nêzîkî gundên weke “Dê Şems” û “Qereseqel”ê de cihgîr kirine.

Li gora gotina çavkanriyeke haydar di vê derheqê de, Spaha Pasdaran çekên giran yên curên tank, top û katyûşa ji bo vî bajarî şandine.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Hêzên Spaha Pasdaran bi birêvebirina manhora (meşqa) leşkerî di vî bajarî de, rewşeke di vî bajarî de pêk aniye.

Vê çavkaniyê ev yeka jî zêde kiriye ku: Spaha Pasdaran bi armanca berevanîkirina ji xwe li hemberî hêzên opozisyonên Kurd yên Îranê, dest bi şandina çekên giran ji bo bajarê Şinoyê kiriye.

Herwisa vê çavkaniyê daye zanîn ku: Spaha Pasdaran givaş xistiye ser xelkên akincî yên gundên weke “Caşêran”, “Derbend” û “Hesen Nuran”ê da ku hevkariya hêzên Spaha Pasdaran bikin.

Çalakvanên siyasî yên Kurdistanê, ev kiryara Spaha Pasdaranê ji bo pêşîgirtin ji hewlên vekirina rewşa siyasî di Kurdistanê de dane zanîn.

Di dema hatina ser kar a hikûmeta Îranê heyanî niha, dîtingeha hikûmetê derheqê Kurdistanê de, dîtingeheke “ewlehî” bûye.