Rewşa awarte li Şinoyê hîn berdewame

15:56 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa kurdpa: Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îslamî ya Îranê, atmosfereke ewlekarî bi ser bajarê Şinoya rojhilatê Kurdistan de hakim kirine. Ew rewş roj pey roj dijwartir dibe û zextên li ser gel jî zêdetir dibin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hêzên leşkerî û Sipaha Pasdaran a ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê bi alîkariya kesên Kurd ên xwecihî yên ser bi wan navendan, hîna jî şêniyên deverê bi hûrbînî kontrol dikin; bingehên pîşkînîn û vekulînê avakirine û hatin û çûyîna welatiyan dixin bin çavdêriyê.

Çavkaniyeke agah li ser vê mijarê ji peyamnêrê Kurdpa re ragihandiye: Di wan bazgehên ku Sipaha Pasdaran û hêzên Besîc avakirine, tirombêlên welatiyan kontirol dikin û hatin û çûyîna wan bi pirsgirêkan re rû bi rû dihêlin.

\"28162.jpg\"
Hêzên leşkerî li ser şeqamên Urmiye û Şinoyê bi awayekî demkî bezgehên lêkolînê damezrandine
Her girêdayî wê mijarê, çendîn welatiyên devera Şinoyê, ji ajansa kurdpa re gotine: Hêzên xwecihî ên ser bi Sipaha Pasdaran, berdewam bi tirombêlên leşkerî û motorsikletan, di nava bajêr şev heya sibehê digerin û deverê kontirol dikin.

Herwiha yek ji wan hemwelatiyan jî ragihandiye: Car na helîkopter jî di nevçaya Kelaşînê digerin û wir dixin bin çavdêriya xwe.

Pêştir jî ajansa Kurdpa belavkirbû ku piştî liv û tevgera pêşmerge û hêzên Kurdî yên opozisyona hikûmetî Îranê li deverên sînorî, leşkerîn Îranê ew dever xistine bin kontrola xwe û bi helîkopter û top û hawinan, rewşeke awarte li wir hakim kirine.