Rêveberê Pilandanîna Wezareta Derve a Amerîkayê behsa terora Dr. Qasimlo dike

22:22 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Rêveberê Pilandanîna Wezareta Derve a Amerîkayê di konferanseke rojnamevaniyê de terorkirina rêberê karîzma û netewî yê Kurd, Dr. Qasimlo li bajarê “Viyenna” ya Nemsa (Otrîşê)ê, di derbarê berfirehbûna terorîzma dewletî a Îranê hişdarî da.

Roja Duşemiyê 11’ê Pûşpera 1397’an (2’ê Tîrmeha 2018’an) “Brian H. Hook” rêveberê Pilandanîna Siyaseta Derve a Amerîkayê, behsa serdana Hesen Rûhanî serkomarê Îranê ji bo Swîs û Otrîşê kir, û got ku li gor raporan, Hesen Rûhanî serdana Swîs û Otrîşê dike û hewl dide hevrêziyê di navbera welatên Ewropî û hikûmeta Îranê de pêk bîne.

“Brian H. Hook” tekezê dike ku serdana Rûhanî ji bo “Viyenna”yê, di vê mehê de nêzîkî salvegera terora yek ji dijberên hikûmeta Îranê di bin navê dîplomasiyê de ye, ku tê de rêberê partiyeke Kurdî û cudabîr ê hikûmeta Îranê û du kesên din hatin terorkirin, û ev cihê heyrîmayînê ye.

Herwisa da xuyakirin ku ewê di heyameke kurt de derbarê hewlên tundûtîjiyê yên hikûmeta Îranê, hewlên terorê, danîna bombeyan, êrîşa saybêrî, girtin û dizîna xelkê, barimtegirtina xelkê û dizîna balafiran ji aliyê hikûmeta Îranê ve bi welatên cîhanê re gotûbêjê bikin.

Rêveberê Pilandanîna Wezareta Derve a Amerîkayê herwisa got dema ku em dibînin kesekî weke Rûhanî serdana Ewropayê dike, û hewla pêkanîna hevrêziyê bi wan re dide, dîrokeke xemgîn çê dibe. Ji ber ku hikûmeta Îranê ji sala 1979’an ve tundûtîjî li hemberî welatên Ewropî encam daye.

Wî di dawiya konferansa rojnamevaniyê de got jî, divê Ewropî bizanin bi rejîmeke çawan re li hev dikin. Roja 22’ê Pûşpera 1368’an (13’ê Tîrmeha 1989’an) Dr. Ebdurehman Qasimlo bi Ebdulla Qadirîazer û Dr. Fazil Resûl re li ser maseya danûstandinê bi nûnerên Komara Îslamî a Îranê re, ji bo çareseriya aştiyane a pirsa Kurdistana Îranê li “Viyenna” a paytexta Otrîşê hate terorkirin. Beriya niha rojnameya “Diepress” a çapa Otrîşê, terorkirina Dr. Ebdurehman Dr. Qasimlo, sekreterê berê ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li “Viyenna”yê weke reştirîn bûyerên dîroka Otrîşê binav kiribû.