Rêûresma salroja cîhanî ya Kedkaran di rewşeke awarte de hate lidarxistin

16:56 - 2 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Tevî givaşên hêzên îtila`atê rêûresma Kedkaran li bajarê Seqizê hate lidar xistin.

Li gorî nûçeyên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 11`ê Banemer(1`ê Gulan)ê, hêzên îtila`tê bi kincên şexsî li cihê birêvebirina rêûresma roja cîhanê a Kedkaran li meydana Kedkarên avahiyan ya bajarê Seqizê amadebûn, da ku pêşî ji birêveçûna vê rêûresmê bigirin.

Tevî givaşên hêzên îtila`atê Kedkarên bajarê Seqizê li meydana Kedkarên avahiyan amadebûn û dest bi lidarxistia rêûresma salroja cîhanî ya Kedkaran kirin.

Hêzên kinc şexsî li destpêka meydana kedkarên avahiyan çavdêrî dikirin, û li kedkaran vîdyo û wêne digirtin kuev yek rastî nerazîbûna kedkaran hat.

Di vê rêûresmê de, Necîbe Salihzade derheq rewşa Kedkaran goterek pêşkêş kir ku, hêzên îtila`atê gefa desteserkirina navibrî jê xwarin.

Hêzên îtila`atê hewl didan vê rêûresmê aloz bikin, lê, Kedkaran pêşî ji vê kiryara hêzên hikûmetê girtin.

Her di vê pêwediyê de, bi boneya 1`ê Gulanê roja cîhanî ya Kedkaran, Kedkaran li bajarê Sine li destpêka şeqama Xefor heya dawiya vê meşiyan.

Kedkaran di vê meşên de bi qîrkirina siloganên wekî: “Nan, avahî, azadî, Kedkar dibe bê azadkirin, Kedkarê xwendekar yekbûn yekbûn, rêkxistina kedkariyê mafê me ye, û rêkxistin û girev mafê me ye” daxwaza cîbicîkirina daxwazkariyên qada kedkariyê kirin.