Rêûresma bîranîna Kîmyasala Helebçeyê li Tebrîza Îranê hat lidarxistin

14:51 - 4 Adar 2015
Ajansa Kurpa: Bi boneya 27’emîn salvegera kîmyabarana bajarên Kurdistanê( ji aliyê hikûmeta“Baas”a Îraqê ve), li zanîngeha “Tebrîzê merasîmek birêve çû.

Li Gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja sêşemî 3’ê Adara 2015’an, çalakvanên xwendekarî ên Kurd li zanîngeha Tebrîz, 27’emîn salveger kîmyabarana bajêrên Helebçe (başûrê Kurdistan), Serdeşt, Merîwan, Nûdşe û Dalaho li rojhilatê Kurdistanê bi bîr anîn.

Di wê bîranînê de serpereştê zanîngeha Tebrîz, tevî şermizarkirina kesên bûyî sedema wê kîmyabaranê, axaftinek li ser pirsgirêkên Kurdan û karesatên ku bi serê wan de tên, pêşkêşî beşdar bûyên merasîmê kir.

\"25129.jpg\"
Birêveçûna rê û resma qurbaniyên kîmyabarana Kurdistanê li Tebrîzê
Di berdewamiya merasîmê de çend helbest hatin xwendin û kurte fîlmên kîmyabarana Helebçe û Kurdistanê hatin nîşan dan.

Dawiya merasîmê, Xalêd Tewekulî axaftinek li ser karesata Helebçeyê pêşkêş kir, herwiha Ariya Ferheng xwendekarê zanîngeha Tebrîzê, babetek li ser bûyera diltezîn a Hebçeyê xwend û xemgîniya xwe bi wê karesata mirovayetî re nîşan da.

Ji aliyekî din ve li zanîngeha Tehran û bajarê ciwanro li rojhilatê Kurdistanê jî, di rojên pêşiya me de ew rê û resm dê birê ve here.
Tebrîz bajarekî Îranê li Azarbaycana rojhilat bi cih bûye ku şêniyên wî bajarî ji neteweya Azerî ne.

\"25124.jpg\"

\"25123.jpg\"

\"25125.jpg\"

\"25126.jpg\"