Rêûresma Beharane li Jawaroyê hate betalkirin

15:54 - 4 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Rêûresma Beharane ya Jawaroya girêdiy Sine bi sebeba givaşên Spaha Pasdaran hate betalkirin.

Li gorî nûçeyên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 13`ê Banemer(3`ê Gulan)ê, rêûresma Beharane ya Jawaroyê bi sebeba givaşên hêzên îtila`at û hêzên Spaha Pasdaran li Kuçke Sor a gundê Ewîheng a girêdaiy Sine hate betalkirin.

Li gorî agahiyan, hêzên îtila`at û hêzên Spaha Pasdaran, êrîşî ser cihê birêveçûna rêûresmê kirine û pêşî ji birêveçûna rêûresmê giritne.

Herwisa çavkaniya agehdar di vê derheqê de daye xuyakirin ku, hejmarek ji çalakvanên medenî yên bi navên, Tariq Rehîmpûr, Qan`i Rizaiy, Muxtar Kerîm Efşar, Xefor Yarî û Ebîd Xodayar, bo îdareya îtila`ata bajarê Sine hatine gazîkirin û gef ji van xwerine.

Vê çavkaniyê zêde jî kiriye: Hêzên îtila`atê ji çalakvanên medenî re derheq birêveberina vê rêûresmê hişdarî dabû.

Hêzên îtila`atê ji riya telefonê ve gef ji stranbêjên vê deverê xwerine da ku xwe ji amadebûna di vê rêûresmê de biparêzin.

Betalbûna rêûrsma Beharane ya Jawaroyê nerazîbûna hevwelatiyên vê deverê lipey xwe hebûye.