Resûl Xizrî daxwazê dike bikujên Kolberên Kurd bihên dadgehî kirin

13:16 - 8 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: parlemanterê bajarê Serdeşt û Pîranşehrê bi nivîsarekê hoşdarî da wezîrê navxwe ê Îranê û daxwaz kir ku berpirsyar û encamderên êrişên ser kasibkarên ser sînoran bihên ciza dan.

Gef xwarina Resûl Xizrî ji alîyê “Cewad Cehangîr Zade” û bi awayekî nivîskî bi wezîrê navxwe ê Îranê hat ragehand.di nameya han de ko li Parlementoya Komara Îslamî a Îranê hate xwendin, Resûl Xizrî xwezyarê cizadana hêzên Întzamî ên Komara Îslamî a Îranê bu, ko wek qatilên sereke ên Kolberên bajarê Serdeşt û Pîranşehr û hemû navçeyên Kurdistana Îranê têne hesibandin.

Berê jî Osman Ehemdî Parlementarê bajarê Mihabadê di Mecilisa Îranê de bas ji kuştin û birîndar kirina kasibkarên Kurd kiribû û nerazî bûna xwe anîbû ziman û sedema sereke a wî karî belengazî û bê derfetiya xelkê Kurdistanê dabû zanîn.