Resûl Ebdullahnijad bi danîna berimteyê hate azadkirin

17:26 - 2 Hezîran 2021

Roja Duşemî 10`ê Cozerdan, welatiyekî Kurd ê bi navê “Resûl Ebdullahnijad”, kurê Ebûbekir, xelkê gundê “Gergûla xwarê” û rûniştiyê bajarê Pîranşehrê bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Nexedê hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hate azadkirin.

“Resûl Ebdullahnijad”, piştî binçavkirina wî ji aliyê hêzên ewlehî ve, bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hate veguhastin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin.

Roja Duşemî 6`ê Banemer, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî “Resûl Ebdullahnijad” binçavkiribûn.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de sepandine, ti zaniyaryek ji ber dest nîne.