Reniya Befrê 4 kolberên din ên Kurd xeniqandin

16:16 - 22 Adar 2017
Ajansa Kurdpa: Bi sedema hatina reniyê li ser sînorên di navbera Kurdistana Rojhilat û Başûr de, 4 kolberên din ên Kurd jiyana xwe jidest dan.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê di nûçeyeke xwe de eşkere kir ku, li ser sînorên bajarê Serdeştê, 4 kolberên Kurd ketin bi reniya Befrê de û di encam de her çar kesan canê xwe jidest da.

Nûçegihanê Kurdpayê zêde kir ku, di encama hewlên lêgerînê de termê 3 kes ji wan kolberan hatiye dîtin, lê yek ji wan hêj bê serûşn e û lêgerîna bona peydakirina wî, hêj berdewam e.

Hatiye zanîn ku temenê wan 4 kolberên Kurd, di navbera 18 heya 27 saliyê de ye.

Nûçegihanê Kurdpayê herweha eşkere dike ku, yek ji wan koberan xelkê gundê “Gîwran”ê û 3 yên din jî, xelkê gundê “Tersabad” a ser bi devera “Qurûr” a bajarê Xoyê ne.

Bêkarî û hejarî û giraniya nanê rojê ji aliyekî, û reniya Befrê û teqeyên raste rast ên hêzên ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê din, li Kurdistan û ser sînorên Kurdistanê, çi dixwazin tînin serê kasibkar û kolberên Kurd.

Di demsala Zivistana Îsal de eva bo cara çendemîn e ku, kolberên Kurd ku bona peyda kirina nanê rojê rû li karê bitehlûk yê kolberiyê dikin, bûne armanca reniya Befrê û jiyana xwe jidest dane.

Eva di demekî de ye ku rojane nûçeya teqeyên rasterast ên hêzên ewlekriya Komara Îslamiya Îranê, li ser sînoran û di nava bajarên Kurdistana Rojhilat de, ji kasibkar û Kolberan, belav dibe û heya niha bi dehan û sedan kolber û kasibkarên Kurd, di pêxema têrkirina zikê birçî yê zarokên xwe, jiyana xwe jidest didin.