RÊLÊN KURDISTANÊ DI AGIR DE DIŞEWITIN

15:11 - 12 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Di rojên bihorî de 130 coreyên şewatê di daristanên Merîwan û Serw Abadê de çê bûne.

Pêka rapora Kurdpa li darsiatnên Serw Abad û Merîwanê agirvêketin li hev hatiye û heya niha jî didome û zaf xisar jî bi daristanan gehiştine.

Hin ji wan herêman ku di agir de şewitîne, gundên “Beyle, Gagil, Dserziyan, Gurgeyî, û Dizlî” gelek dorfirhtir bûne.

Her wê çavkaniyê Îdia kir ku ev agir bi destên berpirsên Hukûmî li hev tên.

Di Heyvên bihorî de şewata Rêlan zêde bûye û pêka amara Civata Kesk a Çiya di heyamên bihorî de 124 coreyên şewatê li Merîwanê çê bûne.