RÊLÊN KIRMAŞANÊ DI AGIR DE DIŞEWITIN

21:04 - 3 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Rêlên Yek ji gundên derdora Pawe a Kirmaşanê di agir de dişewite.

Pêka rapora Kurdpa, roja bihorî gelek ji daristanên gundê “Belebizan”di agir de şewitîn û û xisarek zaf jî gîhaye Jîngehê.

Li gor akinciyan, Hêzên Ewlehî ev agiran li disristanan dixin.

Gundê Bilebizan, girêdayî herêma Holî a Pawe ye.

Her wisa di Heftiyên bihorî de jî gelek ji daristanên Hewramanê di agir de Şewitîn.

Pêka akinciyên herêmê, Hêzên Eelwhî nahêlin xelk agir bi dawî bîne û ji wan kesên ku agirê daristana ditemirînin, re dibêjin Dije Enqilab û Girêdayiyên Partiyên Kurdî.