Rêkxistina “NY” daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê kir ku Zeyneb Celaliyan serbest berde

22:37 - 2 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: Destbiserkirina û bêparkirina ji azadiyê ya “Zeyneb Celaliyan” weke take girtiyê siyasiyê, ku bi hebsa hetahetayî hatiye mehkûmkirin, berevajî reşnûsa cîhanî ya mafê mirovan û herweha Mîsaqa Navnetewî ya Mafê Medenî – Siyasî, hate ragehandin.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê ragehand ku, girûpa karê taybet bi “binçavkirinên neyasayî” yê girêdayî bi rêkxistina “NY”, bê qeyd û şert, dengê “Erê” da serbestberdana Zeyneb Celaliyan yê 34 salî.

Ev biryar di encama sikalaya rêkxistinên mafê mirov “Cubran” û “Edalet bo Îranê” ku dizivistana sala derbazbûyî de hatibûn tomarkirin, hatiye dayîn.

Giropa navbirî herweha daxwazê ji Komara Îslamî ya Îranê dike ku, tewahiya kiryarên hewce bona qerebûkirina xisarên ku bi ser Zeyneb Celaliyan, ku çalakeke siyasî ya Kurd e, hatine sepandin, li gorî pirensîpên navnetewî cîbicî bike.

Zeyneb Celaliyan ku niha di girtîgeha bajarê Xoyê de destbiser e, di 8 salên derbazbûyî de bê vê ku îazna Mirexesiyê pê re bê dayîn, bi sedema îşkenceyên di girtîgehê de, di rewşek ne baş ya saxlemiyê de ye, û bi vê sedemê tûşî nesaxiya “Naxonek” û herweh hêza dîtina çavên wê jî, gellek kêm bûye.

Rêkxistina “Edalet”ê derheq bi Îranê dibêje ku, di nawenda demsala Ziwistana sala 1394’an de, “Girûpa karê destbiserkirinên neyasayî” daxwaz ji Komara Îslamî kiriye ku, derheq bi rewşa Zeyneb Celaliyan de ronkirinê bide, lê dewleta Îranê serbarê wajûkirina Mîsaqa Navnetewî ya Mafê Medenî – Siyasî, tu bersivek neda me.

Dadwer Moradî, serokê taya Yekem ya dadgeha şoreş a bajarê Kirmaşanê, û herweha dadwer Elî Mihemed Roşenî dadwerê dadgeha pêdeçûnê, du ji wan kesan in ku, di binpêkirina mafên herî despêkî ên Zeyneb celaliyan de, bi berpirsyar hatine nasandin.