Rêkxistina Lêborîna Navnetewî derheq bi rewşa nebaş ya du girtiyên siyasî ên Kurd hoşdarî da

21:10 - 31 Adar 2016
Ajnsa Kurdpa: Rêkxistina “Lêborîna Navnetewî” di du daxûyaniyên cuda de, derheq bi rewşa nebaş ya du girtiyên siyasî ên Kurd, bi navên Efşîn Sohrabzade û Yûsif Kakememî, hoşdar da.

Lêborîna navnetewî di daxûyaniya xwe de derheaq bi cezakirina ducarî ya Yûsif Kakememî, seba nivîsandina nameyekî bo Ehmed Şehîd, rêportêrê NY yê taybet bi mafê mirov di Îranê de, daxwaz ji Komara Îslamî kir ku bilez pêdeçûnê bi biryara zêdekirina cezaya Yûsif Kakememî de bike.

Rêkxistina “Lêborîna Navnetewî di daxûyaniya xwe ya din de, derheq bi Efşîn Sohrabzade ku di girtîgeha Mînabê de binçav e, ragehand ku, gerek Komara Îslamî bi lez derheq bi rewşa nebaş yê navbirî ku tûşî nesaxiya “Penceşêrê” ye, hewlên hewce bide, jiber ku navbirî hewcehî bi pêragehiştinên bilez ên pizişkî heye.

Yûsif Kakememî di sala 2007’an (1386) de, li rêya di navbera her du bajarê Mihabat û Bokanê de, ji aliyê hêzên ewlehî ên Komara Îslamî ya Îranê ve, bi tometa endametî di yek ji partiyên dijberî Îranê de, bi cezaya 6 sal hebsê û herweha 3 sal hebsa helpesartî yê berê, bi 9 sal hebsê hate cezakirin, û di heyva Adar a 2015’an de jî, piştî ku navbirê nameyek bo Rêportêrê taybet yê NY bona mafê mirov di Îranê de nivîsand, careke din hate dadgehîkirin û 5 salên din cezaya hebsê jê re hate dayîn.

Efşîn Sohrabzade yê xelkê Kirmaşanê jî, di demsala Payîza sala 2009’an (1388) li bajarê Kamyaranê bi tometa hevkariya tevî partiyek dijberî Komara Îslamî ya Îranê, bi cezaya 25 sal hebsê û dûrxistin bo girtîgeha Mînabê, hate mehkûmkirin.

Efşîn Sohrabzade yê 23 salî, pitir ji salekê ye ku tûşî nesaxiya Penceşêrê bûye û hewcehî bi pêragehiştinên bilez ên pizişkî heye, lê hêj daxwaza mirexesiya navbirî ji aliyê Komara îslamî ve nehatiye pejirandin.