Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî: Rejîma Îranê binpêkirina mafên mirovan didomîne

21:10 - 24 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî radigeîne ku Rejîma Îranê rêz ji mafên mirovan nagre, û berdewam e li binpêkirina mafên mirovan.

Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî di rapora xwe ya salê de rejîma Îranê tawanbar kiriye bi vê ku berdewam e li ser bertengkirina azadiyan, destbiserkirina çalakên mafên mirovan, Îşkenceyê, birîna endamên leşên mirovan û şelaqlêdana tawanbaran li ber çav xelkê û Îdamkirina tometbaran.

Li gora rapora rêkxistina lêborîna navneteweyî, berpirsyarên rejîma Îranê azadiya ramanê bartend dikin, pêşiya civînan û rêûresman digrin, û torên civakî jî filter dikin. Vê saziyê herwisa îşare bi ragirtina rojname û kovaran û destbiserkirina rojnamevanan û çalakên torên civakî kiriye.

Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî di rapora xwe ya salane de, bas ji fîlterîng û destbiserkirinan bi sedemaçalakiya di torên civakî û berçavnegirtina mafên jinan û kêmaniyên mesebî û neteweyî kiriye.

Berpirsyarên dadweriyê ên rejîma Îranê gellek caran rexneyên nawendên navneteweyî ên mafên mirovan ret kirine, û bi nerast sane zanîn.