Rejîma Îranê sivikatiyê bi zarokên kar jî dike

22:21 - 14 Tebax 2016
Ajansa Kurdpa: Şaredariya parêzgeha Kirmaşanê bi alîkariya rêkxirawa “Bêhzîstî”, pirça serê zarokên kar di vî bajarî de ditiraşe.

Li gora nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa, di van çend rojên borî de, şaredariya bajarê Kirmaşanê, bi alîkariya hinek ji rêkxirawên dewletî di vê parêzgehê de, serê zarokên kar jî tiraşiye.

Ew zarok ku ji bo bijîwa jiyana xwe û malbatên xwe li ser kolanan, kar dikin, temenê wan di bin 10 saliyê de bûye.

Yek ji van zarokan ku li ser çarriyan, mijûlî firotina destmal kaxeziyan bûye, bas ji vê kiriye, ku “Karbidestên yek ji rêkxirawên hikûmetî hatin, û hemû zarok kom kirin, û serê wan tiraşîn, bona vê ku êdî li ser kolanan, kar nekin”.

Li gora amaran, rêjeya zarokên kar li parêzgeha Kirmaşanê de, nêzî hezar kesî dibin.

Di meha Befranbara sala 2013’an de, di xwendingeha “Şêx Şeltût” a bajarê Merîwanê mamostayekî vê xwendingeha bona hevderdîkirina digel dersxwanê xwe, pirça serê xwe tiraşî. Navbirî sedema vê helwesta xwe vegerande ser vê ku, pirça dersxwanê wî diveriya, û zarokên din sivikatî pê dikirin, lewra jî wî ew kar kir.

Komara Îslamiya Îranê bona rûxandina morala xelkê her pîlanekê bi kar tîne, û sertiraşîna zarokan jî, bona rûxandina morala wan e.