Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi 17 salan girtinê mehkûm kirin

21:11 - 16 Tebax 2016
Ajansa Kurdpa: Sê girtiyên Kurd ên siyasî di girtîgeha Nawendî ya Urmiyê de, bo taya 2’ê ya Dadgeha “Inqilab” a Urmiyê hatin veguhastin.

Li gora zanyariyan, roja 13’ê Tebaxê sêyemîn rûniştina dadgehîkirina sê girtiyên Kurd bi navên Kemal Hesen Remezan, Elî Yigane û Ebdullah Amûyî Mîlan, di dadgeha “Înqilab” ya Urmiyê de, bi rê ve çû, û hukmê 17 sal girtinê bi ser wan de hate sepandin.

Sûçê wan girtiyên siyasî endametiya di yek ji partiyên siyasî ên Kurdî de hatiye ragehandin.

Kemal Hesen Remezan temen 31 sal, û hevwelatiyê “Serêkaniyê” yê Rojavaya Kurdistanê ye, ku du sal berî niha digel herdu girtiyên din ku xelkê Makûya Rojhilata Kurdistanê ne,ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatin girtin, û bo girtîgha emniyetî ya Spaha Pasdaran hatin veguhastin.

Di yek sala borî de, Wezareta Îtila’atê û “Hifazeta Îtila’atê”, gellek zext û givaş xistin ser Kemal Hesen Remezan, da ku di televîzyonê de îtirafê bike, û amade be ku alîkariya wan bike.