Rejîma Îranê bona ders û îbretwergirtinê, tiliyên destê girtiyan dibire

19:57 - 27 Kanûna pêşîn 2016
Ajansa kurdpa: Bi pişikdariya hinek ji berpisyarên Bendîxaneya Navendî ya bajarê Urmiyê, û nizî 70 kes ji zîndaniyên bendîxaneyê, hukmê birrîna 4 tiliyên destê du birayan li wê zîndanê de hat cîbicîkirin.

Li gorî nûçeya gihîştî bi nûçegehaniya Kurdpa: Roja yekşemî 5’ê Befranbara 1395’an ya Rojî, Dezgeha Dadwerî ya hikûometa Îslamiya Îranê, di zîndana Navendî ya bajarê Urmiyê de, cezaya birrîna tiliyên destê du hawelatiyê Kurd, ku her du bira bûn, li pêş çavê zîndaniyên dinê hate birêveçûn.

Nasnameya wan herdu hamwelatiyên Kurd, bi navên ‘’Firamerz Bîxem temen 38 salî û ‘’Mecîd Bîxem” temen 45 salî, ji aliyê nûçegehanê “Kurdpa”yê li bajarê Urmiyê, hatiye ragehandin.

Bi gotina vî nûçegihanî,her du bira bi tawana dizîkirinê, cezaya birrîna tiliyên destê wan di nava zîndana Urmiyê de bi rê ve çûye.

Firamerz û Mecîd Bîxem,her du jî 4 sal û nîv e, ku li zîndana Urmiyê de bi sûçe dizîkirinê hatine destbiserkirin, û li dema birêveçûna wî hukmî de, li ser biryara dozgerê wê dosiyê, ew hukme li jêr navê ‘’Ibretwergirtin‘’ li pêş çavê 70 zîndaniyên dinê, ew hukme bi rê ve birin.

Girtîgeha Navendî ya Urmiyê, ku li ser riya behra Urmiyê hilketiye, nizîk bi 5 hezar girtî tê de hene.