Rêjîma Esed şandek bo danûstanan rê kir Qamişlo

14:31 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Çavkaniyeke siyasî ya Kurdî bo rojnameya Kuwîtî ragihand ku Beşar Esed şandeyek ji 3 kesn pêk tê şandiye Qamişlo bo danûstanên digel partiyên Rojavayê Kurdistanê.

Çavkaniyeke siyasî ya Kurdî bo rojanmeya El Enba ya Kuwîtî ragihand ku, rêjîma Esed şandeke 3 kesî şandiye bajarê Qamişlo daku danûstanan digel partiyên Kurdî bike.

Li gor heman çavkaniyê wê şandê nameya Beşar Esed radestî berpirsên Kurd kiriye û amadebûna Dîmeşqê pêşan daye bo danûstanan û dîtina çarseriyekê bo pirsa Kurd û di heman demê de tevaya partiyên Kurdî ji bilî partiyekî pêşwazî li pêngava Dîmeşqê kirine û têkest kirin ku pêwîste aliyên Kurdî beriya danûstanên digel Dîmeşqê bigihin sazan û rêkeftinekê.

Mîna ku ew rojname amaje pê dike, şandeya Demeşqê ji aliyê Mihemed Xêr Osê ve ku welatiyekî Kurdê Sûriyê ye û nêzî rêjîma Beşar Esed e serokatiya wê şandeyê dike.

Hêjayî gotinê ye ku, piraniya partiyên Rojavayê Kurdistanê red kirine ku wan hevdîtinek digel wê şandeyê encam dan û têkest kirin ku ew nûçeyên di wê derbarê de hatine belavkirin bi armanca xerapkirina navê Kurdan e.
Xendan