Rêjeya Tûşbuyên bi Madeyên Hişber li gundeke herêma Sinê bi amar

19:32 - 4 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Heyamê çend salane ku pirsa firotina madeyên hişber bi awayekî berçav li gund û herêmên Kurdistana Îranê zêde dike û heta niha hejimarek zaf ji ciwanên Kurd tûşî madeyên hişber bûne.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, berpirsyarê Şivr û Dêhyarên gundê “Gelên”ê bi awayek berbilav madeyên hişber di nawa gund de bilav dikin ku li encamp de 68 kes heya niha tuşî madeyên hişber bûne.

berê jî çend şahidan ragehandibûn, dest û aliyên Komara Îslamiya Îranê li rêya Şivr, Dêhyar û çend kesên ser bi dewletê mijûlî bilav kirina madeyên hişber dinava ciwanên wî gundî de bûn û serbarî nerazîbûna geleê herêmê û nivîsandina sikalayan li ser wan kesan, çi aliyek dewletî dudaşûn bo vê mijarê nekirine.

Li vir tenê temen û rêjeya tûşbuyên bi madeyên hişber em bilav dikin
Xaça hejimar 1
Regez,Hejimar û rêjeya tûşbuyên nîşan dide

\"11400.jpg\"


li gorî xaça han 68 kes ji welatiyên xelkê gundê “Gelên”ê tûşî madeyên hişber bûne ku ji wan 63 kes Mêr û 5 kes Jinin.

li gorî vê xaçê 68 ji welatiyên gundê “Gelên”ê tûşî madeyên hişberin

Xaça hejimar 2
Regez û temenê tûşbuyan diyarî dike

\"11399.jpg\"


Li gorî xaçe han 13 kes ji tûşbuyan temenê wan di navbera 17 heya 23’ê kesane ku 3’ê kes ji wan keçin.

Seva parastina bihayên mirovî û kerameta însanî û pêbend bûn bi exlaqê rojnamevanî, navên firoşyarên madeyên hişber ji aliyê ajansa kurdpa,ê hatine parastin.

Xelkê gundê “Gelên”ê , bêkarî, nebûna pirtûkxaneyekê û cihên werzişî wek sebebên zêde kirina tûşbuyan bi madeyên hişber dizanin.

Gundê gelênê di 50 kilomêtriya bajarê Sinê hilkevtiye û pêka daîn amara serjimêriya fermî a Îdareya tomar kirina nifûsa parêzgeha Kurdistanê,1518 kes nifûsa gunde.

Karnasên civakî sedeên sereke yên tûşbuyan bi madeyên hişber jibo nebûna xizmetgozariyan li herêma Kurdistana Îranê vedigerinin û rêjeya tûşbuyan bi madeyên hişber roj bi rojê zêde dike.