Redkirina tobenameyê ji aliyê girtiyên siyasî ve

17:46 - 17 Çirriya paşîn 2020

Roja Duşemî 26ê Xezelwerê, dadsitanê girtîgeha Urmiyê daxwaz ji hepsiyên siyasî kiribû ku forma tobenamê pir bikin, lê hepsiyên siyasî ew daxwaza dadsitan red kirine.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar ji girtîgeha Urmiyê, ew daxwazkariye bo wan hepsiyan e ku heyama sê salan e di girtîgehê de ne.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Di forma tobenamê de hatiye, ku hepsiyên tobekirî têne bexşîn yan jî cezayên wan tê kêmkirin.

Wê çavkaniyê daye zanîn: “Hemû hepsiyên siyasî ew daxwazkariye red kirine û tekezî li ser bêtawanbûna xwe kirine.

Girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê 13 bend heye û di sala 1348an a Rojî de hatiye avakirin û ketiye ser rêya deryaya Urmiyê.