Recayî şehra Kerec / man girtina 7 girtiyên siyasî bi nîşandeka protesto kirina raguhastina hevbendên wan

12:20 - 17 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: hejmarik ji girtiyên siyasiyêgirtîgeha Recayê şehra Kerec, bi nîşandeka protesto kirinê bi raguhastina hevbendên xwe bi oda teke kesî, man ji xwarinê girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja borî, girtiyên siyasiyê benda 4a salona 12a Recayî şehra Kerec, ji aliyê ajanên êminya hundirê girtîgehê de ketin ber hêrişê û 2 xebatkarên siyasî bi oda teke kesî raguhastin.

Li incama hêrişa wan ajanan de, 2 girtiyê siyasî bi navên Resûl Budaxî û Şahrux Zemanî, bi oda teke kesiya hundirê girtîgehê hatin raguhastin û xebatkarik Behayî binavê Emanollah Musteqîm, raguhastiyê nexweşxana hundirê girtîgehê kirin.

\"18373.jpg\"
Resûl Budaxî û Şahrux Zemanî, bi hegerên neron, bi oda teke kesiya hundirê girtîgehê raguhastin
Resûl Budaxî, xebatkarê sendîkaya mamostayan, li heyva Xermanana sala 1388 de hate girtin û paşî bi 6 sal hewsa teizîrî mehkûm kirin.

Şarux Zemanî, yekik ji xebatkarên karkerî, li heyva Cozerdana sala 1390 de hate girtin û paşî bi girtîgeha Yezd hate raguhastin, ku li incam de 11 sal hewsa teizîrî jêre birîn.

Hevdem tev raguhastina van 2 girtiyên siyasî bi oda teke kesiya hundirê girtîgehê, 7 girtiyên din yên siyasî, bi nîşandeka protesto kirina helvîsta ajanên hundirê girtîgehê, man ji xwarinê kirin.

\"18374.jpg\"
Emanollah Musteqîm raguhastiyê nexweşxana hundirê girtîgehê kirin
Wan girtiyan ragihandine; heya dema zivirandina hevbendên wan, li ser man girtina xwe yê bisekinin.

Nasnama wan 7 girtiyên siyasî ku man ji xwarinê girtine” Nasih Yûsifî, Xalid Herdanî, Seîd Masûrî, Mohemmed Elî Mensûrî, Salih Kuhendil, Mohemmed Bena Zadê Emîr Xîzî û Hemîd Riza Burhanî’ hatiye ragihandin.

Xebatkarên mafê mirov û demokrasî li Îran weşandiye; girtiyên siyasiyê benda 4a salona 12a girtîgeha Recayî şehra Kerec, ketine ber kutan û bêrêzî û gotinên bêhurmet.