Reaksiyon hemberî li sêdaredana girtiyên Kurd, kete qonaxik nû

22:47 - 27 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: nigeranî û protesoya darda kirina xebatkarên siyasiyê Kurd li herêmên din yên cîhan, her didome.

Gorekî raporta gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, paşnîroya roja borî, hejmarik ji xebatkarên siyasiyê Kurd û Îranî ber bi derê sifareta hukûmeta islamiya Îranê li Parîs, dest bi kom bûnên protesto kirine dan.

Protestoya wê gurûpa xebatkarên siyasî, bi hukmê sêdaredana 2 girtiyên siyasiyê Kurde ku sibêzûya roja borî li girtîgeha sêntrala Ormî hatin li sêdaredanê.

Her wisa xebatkarên siyasiyên kurd li bara metirsiya sêdaredana girtiyên siyasiyên din de nigeraniya girana xwe shanî dan û fotoyên hindik ji girtyan bi ser derê sifaretxana hukûmeta islamiya Îranê dan.

Li vê kom bûna protestoker li roja Şemî ku tê gotin bêyî moleta Polîsê Feransê jî bûye, durşma cumhûriya islamî Faşîste, ne sêdare ne cumhuriya islamî, hatiye dan.

Polîsê Feransê bêyî tundî tev protestokeran, ew ji konsolosa Îranê dur xistin.

Kom bûna roja borî tev xebatkarên dinê Îranê mîna Belûçan hate pê ku bi cîbîcî kirina hukmê sêdaredana 16 welatiyên Belûç li karê “tol hildanik” protesto kirin.

Bi dû hêrişa endamên çekdar yên rêxirava “ Ceyşil Edl” bi pasgaha “ Gezbistan”a ser bi Serawan, 18 merzban(parêzerên ser sînor) hatine kuştin ku xebatkarên Belûç, evan ni bi merzban , belku bi hêza mirsa(kemîn, Pûsî) binav dikin ku, girêdayî bi bêytê rehberî( Xamineyî) ye.

Sibêzûya roja borî, yekik ji advokat-parêzerê Hebîbullah Gulperî Pûr li hevpeyvînik telefonî bi raporterê Kurdpa, cîbicî kirina hukmê sêdaredana vî girtiyê siyasî pişt rast kiribû.

Ji aliyik din, hindik ji serekaniyên agadar ji sêdaredana girtiyik siyasiyê din yê Kurd bi navê Riza Ismaîlî, 34 salî, kurê Tofîq li girtîgeha Selmas bas kirin.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, he niha, dezgeha daeweriya Îran, bo 27 girtiyên siyasiyê Kurd hukmê li sêdaredanê daye.

Hemjara wan kesên mehkûm bi sêdaredanê, ji hukmê sêdaredana 20 xebatkarên Olî cidaye.

Li Herêma Kurdistan-Êraq jî xebat ji bo şermezar kirina dezgehên dadeweriya Îran , ketine qonaxik nû û li wê barê de hindik ji binke û xebatkarên şaristanetiyên Kurdistan bi çê kirina kempêyna “ Ne bo sêdaredana ciwanên Kurd” dixwazin xwenişandanik protesto kirinê li şarê Hewlêr bînin pê.

Ev kempêyn ku li ser tora civakiya Fb. Jî dixebite, ji parêzwanê pêtexta Herêma Kurdistan daxwaz kiriye ku tev rêpîvana aştîxwazaneya wan ber derê konsolosa hukûmeta islamiya Îranê an bînaya nûneritiya UN, erênî bike.

Her wisa gorekî raportên gihîştî bi ajansa Kurdpa, hindik ji xebatkarên şaristanetî û siyasiyên Kurdistana Îran( Kurdistana Rojhilat) bi weşandina belavokik xwaziyarê girêva giştî ya welatiyên Kurd li roja 12ê heyva Aban kirine.

Ew xêncî mehkûm kirina li sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd, ji gişt qatên civaka Kurdistan, partên Siyasî û rêxiravên parêzerê mafê mirov dixwazin ku li vê girêva giştî de, piştgirî û ragihandin bikin.

Pêşde jî yekitiya xwendekarên demukrat yên Kurdistana Îran, bi weşandina belavok, xêncî şermezar kirina li sêdaredana girtiyên Kurd, daxwaziya yêkitî, hev girtin û yek diliya xebatkarên şaristanetî û çandî kiri bûn.
\"16341.jpg\"

\"16340.jpg\"

\"16339.jpg\"

\"16344.jpg\"

\"16343.jpg\"