Rayedarekî hikûmeta Tehranê: Bikaranîna “Doçerxê” ji aliyê jinan we,berevajî orfa Îslamê ye

18:23 - 31 Çirriya pêşîn 2011
Kurdpa: cihgirê nawenda karûbarê jinan da zanîn ku, bikaranîna “Doçerxê” ji aliyê jinan di nava bajarên Îranê de, berevajî orf û yasayên Îslamî û hikûmeta Îslamî a Îranê ye.
Nûçegehaniya Fars ji zarê “Zehra Secadî” we da zanîn ku, pirsa bikaranîna “Doçerxê” ji aliyê jinan we glek mêjveye hatye berbas, lê hemî care dijberî tevde tê kirin.
Secadî di wê bawerê de ye ku, serbarê agehdarbûna hin ji rayedaran derheq bi nepejrandina vê gelaleyê, çavan dikarin car din vê pirsê bixin berbas.
Zehra Secadî got, cil û bergên teng û nejêhat bo jinên bikarhênerê “doçerxê” dibe sedema geşedan bi çanda bêhicabî di wilatê Îranê de.
Heyamek berî niha Mihemed Rûbaniyan, berpirsê navenda veguhastina hikûmeta Îranê da zanîn ku, “doçerxe” bi taybetmendiya jinan bo mifah wergirtina wê nifşa civakê dê bidin çêkirin bi avayek ku tev leşê jinan nehê xuya kirin.
Zehra Secadî div ê bawerê de ye ku, gava “doçerxeyek bi vê taybetmendiyê bihê çêkirin, êdî em nikarin jê re bêjin “doçerxe”.
Rûbaniyan li ser vê bawerê ye ku, zafbûna “doçerxê” di nava bajarên Îranê de bi taybetî li Taranê alîkariyek zaf bi çareserkirina kêşeya tirafîkê dike.