Raportnêrên bê sînor: Di sala 2015’an de 110 rojnamevan di seranserê cîhanê de hatine kuştin

20:08 - 30 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Raportnêrên bê sînor ku roja sêşemî di dawiya rojên sala 2015’an de, ragehandin ku di sala 2015’an de 110 rojnamevan di seranserê cîhanê de hatine kuştin.

Li gor nûçegehaniyan, rêkxistina nedewletî a navneteweyî di daxûyaniyekê de dilgiraniya xwe nîşan da ku hin ji dewletan bo parastina rojnamevanan karên pêdivî encam nedane.

Li gor Raportnêrên bê sînor, êrîş kirin bo ser heftenameya Şarlî Ebdû di Parîsê de bû sedema vê ku bo yekem car navê welatekî Ewropayî di navbera sê welatên kujer ên cîhanê bo rojnamevanan cih bigire.

Êrîş kirin bo ser deftera heftenameya Şarlî Ebdû li Parîsê ku bû sedema kuştina 10 karîkatorîstan, û hin ji karmendên heftenameya han, û di vê navberê de du polîsên wî welatî jî hatin kuştin.

Di raoprta Raportnêrên bê sînor de hatiye ku Îraq yekem, Sûriye duye û Firanse jî di rêzbenda sêyem de cih girtiye.