Raporta heftiyane a berpê kirina mafê mirov li nawçên kurd rûniştiyên Îran ( heftiya kutayiya Pûşper)

14:56 - 1 Tebax 2013
Ajansa nûçe gihaniya Kurdpa bi amanca zêdetir eşkerekirina berpê kirina mafê mirov li herêmên Kurd rûniştiyên Îran, her heftî carik, raportik bi navê ruwangeyî hefte( awira heftiyê) ser berpê kirina mafê mirov diweşîne.

Li raporta heftiya kutayiya heyva Pûşpera sala 1392a rojî de, awir li 14 car berpê kirina mafê mirov li nawçên Kurd rûniştiyên Îranê didin ku 6 kuştî û birîndar bûna kolberan û welatiyên sivîl bi şika hilgirtina tiştên qaçax, 2 rewşên xirab yên girtiyên siyasiyê Kurd û 1 girtin û 5 car der kirina mamostên Kurd ji zanîngeh û rêgirtin ji çon bi derê a xwendekarik Kurd bo derî welat, tînin ber bas.

\"14185.jpg\"


Awirik gelemper bi rewşên berpê kirina mafê mirov li heyva Pûşper.


\"14186.jpg\"


Şêlikî bi kolber û welatiyên Kurd

\"14182.jpg\"
4 kolberê Kurd li herêma Makû li sedema şêlikiya rasterasta hêzên mîlîtarî yên hukûmeta islamiya Îran, hatin kuştin û birîndar bûn.

Şeva pêncşem 27ê pûşper, kolberik kurd bi navê “Elî Azîn” 18 salî, kurê “ Xelîl”, xelkê gundê “ Behlûle” ji şarê Makû, li sedema şêlikiya rastersta hêzên mîlîtarî de serê vî birîndar bû û cîde canê xwe ji dest da.

Her wisa li sedema şêlikiya wan hêzan, 2 bira bi navên Hesen Pûr Mehmûd 26 salî û Mehmûd Pûr Mehmûd 22 salî kurên Osman û her wisa kolberik din bi navê Paşa Pûr Mehmûd 23 salî kurê Mehmedemîn her 3ê xelkê gundê “ Dêm Qişlax”a ser bi şarê Makû bûn, bi dujwarî birîndar kirin.

Bi gotina serekaniyik agadar, li sedema şêlikiya hêzên mîlîtarî, Hesen Pûr Mehmûd pişta vî birîndar bûye û duxtoran rewşa tendurustiya navbirî metirsîdar ragihandine û hevdem Mehmûd û Paşa “ pê û ran” yên wan pev re li nexweşxanê de li bin çavdêriya duxtorîdene.

Bi gotina wê serekaniyê hejmara birîndaran ji wan 3 kesan pitire, lê ji tirsa hêzên hukûmî ji çon bi nexweşxanê xwe weqelastine.

Ji aliyik din 2 welatiyên Kurd li maşîna xwede nîzîkî gundê “ Şelmaş”a ser bi Serdeşt, 2 welatiyên sivîl bi navên Cemşîd û Hejar birîndar bûn.

Bi gotina serekaniyik agadar, ew 2 welatî bi birîndarî ji aliyê hêzên asayişê hatine girtin û heya niha jî çarenûsa wan nerone.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî ji sentera statîstîka ajansa Kurdpa, li heyva Pûşpera îsal de , 3 kolber hatine kuştin û 5ên din jî li sedema şêlikiya hêzên mîlîtarî de birîndar bûn.

Her wisa gorekî statîstîka tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa Kurdpa, li midê heyva borî de 2 welatiyên sivîl yên Kurd bi şika hilgirtina tiştşn qaçax ji aliyê hêzên mîlîtariyên hukûmeta islamiya Îranê hatine kuştin û 6 welatiyên din jî birîndar kirine.


\"14187.jpg\"


\"14188.jpg\"


Raguhatin bi qerentînê û girtîgehên din û man girtina girtiyên siyasiyên Kurd

\"14179.jpg\"
Ehmed Temoyî، girtiyên siyasiyê Kurd
Roja çarşem 26ê Pûşper “ Ehmed Temoyî” girtiyên siyasiyê Kurd ji aliyê pişka birêberiya hukmên girtîgeah Recayî Şehr bang kirin û paşî ji aliyê ajanên asayişê raguhastiyê girtîgeha nawendiya Ormiyê kirin.

Kempşyna naw-netewiya mafê mirov li Îran weşandiye, ew girtiyên Kurd li demik bo girtîgeha Ormî wegerandine ku li 21ê Sermaweza sala borî de bi formik ne yasayî ji girtîgeha ewlehiya “Ormî” bi girtîgeha Recayî Şehr a Kerec hatibû raguhastin.

Ehmed Temoyî payîza sala 1386 tev Yûsif Kake Memî li rêka Bokan-Mehabad paşî dû ketinik zor ji aliyê hêzên sipaha pasdaran û dezgeha ewlehiya şarê Mihabadê dirindane dan ber gullan û li sedem de Ehmed Temoyî birîndar kirin û bi girtîgeha sipaha pasdaran raguhastine.
Paşî Ehmed Temoyî û Yûsif Kake Memî ji aliyê dadgeha şorişa şarê Mihabad, bi tawana endametî li yekik ji partên Kurdan, bi 15 û 6 sal hewsa teizîrî mehkûm kirin

Ji aliyik din girtiyê siyasiyê Kurd li girtîgeha sêntral a Bender Ebbas, bi navê “ Kerîm Mûsazadê” endamê komela “ Ferzanigan ê Cewan” bi nîşandeka riftara xirab û îşkencê, man ji xwarine girtiye.

Navbirî li 7ê Gelawêja sala 1388a rojî de bi tawana hewl dijî asayişa netwiyê hat girtin û paşî bi 6 sal hewsa teizîrî hat mehkûm kirin û bi girtîgeha sêntrala şarê Bender Ebbas hat raguhastin.

Gorkî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa Kurdpa, li heyva Pûşpera îsal de 6 girtiyên siyasiyên Kurd ji girtîgehik bi girtîgehik din û 4 girtiyên din bi qerentîna nawa girtîgehê raguhastine.

Her wisa gorekî wan statîstîkan li midê 1 heyva borî de, 4 girtiyên siyasiyên Kurd bi nîşandeka protesto kirina rewşa xiraba girtîgehê û her wisa azar û îşkence û jê nepirsînîn midîsîn, man ji xwarinê girtine.


\"14189.jpg\"


\"14190.jpg\"


Girtina welatiyên Kurd li herêmên Kurd rûniştiyên Îran

\"14183.jpg\"
Roja pêncşem 20ê Pûşper “ Mihemed Emîn Heşmî” kurê Ehmed xelkê gundê “ Qarince Çikole” ser bi şarê Bokan, ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê li cê kar de hat girtin.heya dema weşîna vê nûçê, çi agadariyik ji hegera girtin û cê ragirtina wî welatiyê Kurdê şarê Bokan ber dest de çinine.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstkên ajansa Kurdpa, 33 welatiyên Kurd li heyva Pûşpera îsal de ji aliyê hêzên asayişa herêmên Kurd rûniştiyên Îranê û her wisa nebûna ragihandinik azad bo danîna nûçan, dibe hejmara serast ji vê hejmarê jî zêdetir bibe.


Der kirina mamostên Kurd ji zanîngeh û rêgirî kirin ji çon bi derê welat ya xwendekarik Kurd.

Li rojên borî de 3 mamostên zanûngeha “ AZAD” a mihabad bi navên “ Yûnis Yezdanperest” xwedî lîsansa duktoraya fiqhiya Imam Şafiî”, Wirya Hefîdî xwedî lîsansa duktoraya zanista Quran û her wisa Dr. Mensûr Sohrabî, bi biryara wizareta ewlehiya hukûmeta islamiya Îran, mafên dersdan an hînkarî ji wan sitandine.

Her wisa Dr. Hîwa Hefîdî xwedî lîsansa duktoraya edebiyta Ereb û mamostê zanîngeha Qezvîn, “ Hemze Hacî” xwedî lisansa duktoraya zanista Quran û mamostê zanîngeha “ Peyam ê Nûr”a Pîranşar ji aliyê dezgeha ewlehiya van şaran agadar kirine ku îdî çi mafê dersdana van çinine.

serekaniyik agadar bi ajansa Kurdpa ragihand : hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îran hegera derkirina van 5 mamostên Kurd “ Ewlekarî” ragihandine.

Serekaniyik jî ragihand ku Dr. Yûnis Yezdan Perest pêştir ji derkirnê ji aliyê hêzên ewlehiya şarê Mehabadê hatiye bang kirin û midê 2 rojan girtine û jê pirsîne.

Ji aliyik din de Efşîn Kerîmiyan neseb, xebatkarê xwendekarî yê Kurd û endamê Şanaz ê komîsiyona mafê mirovê koma advokatên Kirmanşan ku hefiya borî de ku qesta çon bi derî welat hebû, ji aliyê hêzên asayişa firokexana Kirmanşanê rêgirî jê kirin.

\"14180.jpg\"
Efşîn Kerîmiyan neseb, xebatkarê xwendekarî yê Kurd û endamê Şanaz ê komîsiyona mafê mirovê koma advokatên Kirmanşan
Ev xebatkarê xwendekariyê li 28ê Xezelwera sala 1388 li Kirmanşan hat girtin û bi benda 209a girtîgeha Êvîn hatibû raguhastin û paşî 2 heyv ragirtin li vê girtîgehê, bi danîna barmita 100,000,000 tûmanî hatibû berdan.

Efşîn Kerîmiyan neseb, Gelawêja sala 1389 bi tawana handana xwendekaran bo ji naw birina rêjîm û çêkirina kombûnên protesto kirin û hewl dan bo lawaz kirina rêjîm û alikarî tev partên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran, ji aliyê liqa 28a dadgeha şorişa Tehranê 10 sal hewsa helpesêraw bo birîn.

Ev xebatkarê çandî ku birwanama lisansa bilinda zanista siyasî heye, midê çend salan li komela Jiyar û NGO yên cur bi cur yên Kirmanşan de ser karên xebatkariyên çandî bûye, ku li wî mideyî de çendcaran ji aliyê hêzên ewlehiyê hatiye bang kirin û jê pirsîn jê hatiye kirin.

Dezgeha ewlehiya rêxiravên girtîgehên Recayî şehra şarê Kerec, Bender Ebbas, hêzên ser sinûr û hêzên intizamiya hukûmeta islamiya Îran, dezgeha dadeweriya islamiya Îran, ev senterên hukûmîne ku li midê 1 heftiya borî de 14 car berpê kirina welatiyên Kurd kirine.


\"14191.jpg\"


Behre birin ji agadariyên vê raportê, bi tinê bi şanî kirina serekaniya nûçê( ajansa nûçe gihaniya Kurdpa) rê hatiye dan.

Serekanî :
Ajansa nûçegihaniya Kurdpa
Kempêyna bergirî ji girtiyên siyasî û şaristaniyên Kurd
Malpera xwendekar
Malpera Kurdistan û Kurd