Raporta heftiyane a berpê kirina mafê mirov li herêmên kurd rûnişyitên Îran

12:38 - 19 Şibat 2013
Ajansa nûçe gihaniya kurdpa bi armanca zortir eşkere kirina berpê kirina mafê mirov li nawçên kurd rûniştiyên Îranê her 2 heftî carek raportik binavê” rewangey hefte” li ser berpê kirina mafê mirov diweşîne.

Nîv heyva 2yim a Rêbendana 1391

Li wê raportê de avirek bi rewşa niha ya girtiyên polîtîkî û şaristanetî , bangkrin û girtin, rewşa kolber û kasibkaran li nawçên kurd rûniştiyên Îranê dide.

\"11131.jpg\"
Avirek bi rewşa girtiyên polîtîkî û şaristanetî
Rewşa dujwara naw girtîgeh, pêre negihîştin û kêmasiya pêdawîstiyan û guh nedana ber pirsên girtîgehê
Ser çareser kirina nexweşiyên girtiyên polîtîkî û şaristanetî li nawçên kurd rûniştiyên Îranê, girtî xistine bin bandor ku bi nîşandeka nerizatîya xwe ser bê çariyê manê digrin.

Her ji niha “ Riza Şerîfî Bûkanî” li girtîgeha Êvîn û “Qasim Rehîmî Azer” li girtîgeha Mihabad dest bi man girtinê kirine û hewdem Mihemed Emin Aguşî ragihandiye ku heger li wan çend rojên din de bersiva daxwazên xwe wernegire , neçar yê manê bigre.

Gorek raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa “Riza Şerîfî Bûkanî” girtiyê polîtîkiyê kurd li roja çarşem 11ê Rêbendanê li benda 209 a girtîgeha Êvîn bi nerizatî ber raguhastina bi vê girtîgehê û li hember îşkence û riftara hêzên ewlehiya dewleta islamiya Îranê, man li xwarin girtiye.

Pêştir Riza Şerîfî Bûkanî li dema raguhastina ji girtîgeha” Recayî şehrê Kerec” ê bo benda 209 a girtîgeha Êvînê ragihandibû ku heger heya 2 heftiyên din wenegere girtîgeha Recayê şehrê yêdest bi mangirtinê bike
Roja 8ê Befranbar, Riza Şerîfî Bûkanî, girtiyê polîtîkiyê kurd bi biryara dadweriya giştiya Tehran û ji aliyê hêzên asayişa dewleta islamiya Îranê ji girtîgeha “ Recayî şehrê Kerec” bo benda 209a girtîgeha Êvînê hatibû raguhastin.

Êv girtiyê polîtîkî, sereta bi tawana “ dijatî tev Xwedê” hukmê sêdare jê re birî bûn ku paşî ew hukum ji aliyê liqa 15a dadgehê bo 30 sal û 6 heyv girtinê kêm kiribûn, lê pêdeçona dûmahîkê bi fayla navbirî, hukmê vî bi 7 sal û 6 heyv hat kêmkirin ku niha li girtîgeha Êvînê midê hukmê xwe dibihorîne.

\"11132.jpg\"
Ji aliyek din, “ Qasim Rehîm Azer” girtiyê polîtîkiyê kurdê xelkê Bokanê bi nîşana nerizatî bi guh nedana berpirsên girtîgeha Mihabadê ber çareser kirina nexweşiya xwe dest daye mangirtinê.

Ev girtiyê polîtîkî ji heyvek pitire ku tûşî nexweşîya “sîl” bûye û berpirsên girtîgeha Mihabadê xêncî guhnedan bi nexweşiya vî, raguhastine oda qerentînê.

Rehîmî Azer li midê heyva borî de bi armanca çareser kirina nexweşiya xwe bi caran dawa mirexesî ji berpirsên vê girtîgehê kiriye lê heya niha çi bersivek pê nedane.

Navbirî 16ê Reşema 1389 ji aliyê hêzên asayişa dewleta islamiya Îranê li Bokan hat girtin û paşî li dadgeha seretayî bi tometa alîkarî tev yekik ji partên kurdiyên opozîsiyona dewleta islamiya Îran bi 8 sal girtina teizîrî hat hukum dan û paşî li dadgeha pêdeçonê hukmê vî bi 4 salan girtina teizîrî kêm kirin.

Rewşa xiraba tendurustiya Îrec Mihemedî, girtiyê siyasî

\"11133.jpg\"
Malpera “çalakên mafê mirov û dimokrasî” li Îranê par wekirye, Îrec Mihemedî girtiyê polîtîkiyê kurd li girtîgeha sentrala “Zahidan” li rewşek xiraba nerawestayî de derbas dike û hêzên asayişê pêşgêrî ji çareser kirina nexweşiya vî dikin.

Navbirî niha tûşî nexweşiya gurçikan bûye û destên vî dilerizin û sergêjî heye û tim dubare dibe.

Ew nexweşiyane paşhata îşkence a navbirî bi destê hêzên asayişa dewleta islamiya Îranê ne ku tasa serê vî derb lê ketiye ku sedemek nigativ ser mejiyê vî daniye.

Rewşa bedena vî girtiyê kurd roj dû roj ber bi xirabiyê diçe. Ewa ji li halek deye ku dadwerê şarê Ormiyê bi berpirsên girtîgeha Zahidanê ragihandine, ji çareser kirina nexweşiyên vî girtiyê kurd xwe biparêzin. Navbirî niha li benda tûş bûyên narkozê ragirtine û li oda wan de hejmara diyarî kirî zêde tirin û ber wê hindê bi nobet radikevin.

Navbirî 1ê Rezberê bi tawana pêywendî tev senterên biyanî ji aliyê garda ewlehiya parêzgeha Azerbaycana rojava hat girtin û midê 8 heyvan li girtîgeha 81a remezan li şarê Ormiyê li girtîgehê de bûye ku paşî dadgehiyek çend deqîqeyî hukmê 10 sal girtin a teizîrî û nefî kirin bo girtîgeha Zahidanê bo birîn .

\"11130.jpg\"
Niha 3 girtiyên kurd bi navên Mihemed Emîn Agûşî, Îrec Mihemedî û Pûlad Xanî ku bo girtîgeha Zahidanê hatine dur xistin, li bendê cida de ragirtine.

Gorek nûça heman serçavê” Mihemed Emîn Agûşî” mamostayê kurdê xanenişîn kirî ku li girtîgeha sentrala Zahidanê ragirtine li nameyekê de ragihandiye ku heger berpirsên vê girtîgehê û aliyên girêdayî yên dewleta islamiya Îranê çi giringî bi xwestên vî nedin bi neçarî man li xwearinê bigire.

Mihemed Emîn Agûşî heya niha bi dehan car dawa mirexesiyê kiriye, lê çi ji aliyên girêdayî bersivek pêwist pê nedanê
Navbirî li doma nama xwe de ragihandiye , heger ta çend rojên din bersiva xwestên min neyê dan yan neçin qonaxa cîbicî kirinê , ser hindê ku gurçikên min tûşî êşê bûne û ji destê çend nexweşiyên din dinalim, ezê dest bawêjim man girtinê.

Mihemed Emîn Argûşî temen 53 salî û xwedî 5 zaroke ku 1ê Xakelêwa sala 86a rojî ji aliyên hêzên asayişa dewleta Îranê li Pîranşarê hatiye girtin û bi tometa peywendî tev dewleta herêma Kurdistanê hukmê 10 sal girtin û dur kirin bo girtîgeha Zahidanê jê re birîne.

Ne roniya çarenûsa 2 jornalîstên hatinî girtinê kurd

\"11129.jpg\"
Gorek raporta malpera” danişcû online” rewşa tendurustiya Silêman Mihemedî yekik ji 16 jornalîstên hatî girtî xirabe û xêncî dûçona binemala vî bo çareser kirina midîsîn, ji aliyê senterên girêdayî çi bersivek pê nedane.

Li halikî de ev jornalîsta gere demek pêş niha niştergeriya hestiyên pişta wî hatiba kirin, lê dema hatî girtinê heya niha berpirsên girtîgehê û aliyên girêdayî ji çareser kirina nexweşiyên vî girtiyî xwe parastine.

Silêman Mihemedî ser nûserê rojnama dewletiya” Behar” 7ê Rêbendana îsal li nêzîkî cê karê xwe hatibû girtin
Ev jornalîsta ku pêştir ji xwendinê hatibû bêpar kirin heya dema hatî girtinê alîkariya rojnamên” Rûzigar,I’timad, Şerq, Ferhîxtigan, Hemşehrî û Ferhengê aştî” kiriye.

Paş derbas bûna 12 rojan çarenûsa Sasan Aqayî nekivşe

\"11127.jpg\"
Malpera Seham news par vekiriye ku roja pênc şem xencî serdana binemala Sasan Aqayî bo girtîgeha Êvîn, berpirsên vê girtîgehêrê nadin kurên xwe bibînin.

Bi hegera rê girtina berpirsên girtîgeha Êvîn ji dîtina binemale u kurê van, dayka Sasan Aqayî çen saetan bin çavdêriya midîkal de bû.
Sasan Aqayî sitafê pêkiryê rojnama” I’timad” bûye ku 22 roj pêş niha ji aliyê hêzên asayişa dewleta islamiya Îranê li cê karê xwe tev “ Cewad Delîrî” ser nûserê wê rojnamê û Nesrîn Texeyyurî sitafê pêkiryê vê rojnamê hat girtin û raguhasttiyê girtigehê kirin.

Hevwelatiyek girtî yê kurd çarenûsa wî nekivşe

Gorek raporta ajansa nûçe gihaniya kurdpa, mideke pêş niha hevwelatiyek kurd binavê” Ewdilwehab Ferecî” xelkê “ Serpila Zehab” ser bi parêzgeha Kirmanşan li bazarça serhedê” Pervîzxan” ji aliyê hêzên asayişa dewleta islamiya Îranê hate girtin.
Serekaniyek agadar ragihandiye, li dema girtina wî hevwelatiyî heya niha , xêncî dûreçona binemala wî çi zanînik ji cê ragirtin û tometa navbirî ber dest nine.

4 hevwelatiyên xelkê Rewanserê hukmê girtinê wan re birîn

\"11128.jpg\"
Gorek raporta nûçegihaniya kurdpa, roja yekşem 15ê Rêbendanê , dadgeha şorişa şarê Rewanser 4 hevwelatiyê kurdê xelkê vî şarî bi tometa propaganda . alîkariya tev partiyek opozîsiyona dewleta islamiya Îranê bi hewsê mehkûm kir.

Dadgeha şorişa şarê Rewanserê her yek ji”Hadî Aqayî” temen 28 salî kurê Esedila, Adil Moradî temen 31 salî kurê Ehmed, Fuad Enguştan temen 28 salî kurê Elî bi du sal girtina teizîrî mahkum kir.

Her wisa “ Bextiyar Nezerî” temen 32 salî kurê Xudamorad” bi salik girtina teizîrî hat hukum dan.

Ev 4 hevwelatiyên kurd 21ê Xezelwer ji alyê hêzên ewlehiya şarê Rewanserê hatin girtin û paş 22 rojan li girtina wan her yek bi danana barmita 50,000,000 tûmenî bi forma katî hatibûn berdan.

Gorek jimara tûmar kirî li sentera jimêryariya ajansa kurdpa, li despêka heyva Rêbendanê heya niha 10 hevwelatiyên kurd li nawçên kurd rûniştiyên Îranê bi tometên cur bi cur ji aliyê dadgehên dewleta islamiya Îranê hukmê girtinê wan re birîne.

Her wisa çend roj pêş niha hevwelatiyek kurd bi navê “ Aram Behramî” kurê Mihemed Emîn ji alyêdezgehên dadeweriya dewleta islamiya Îran li Kirmanşanê bi 2 sal girtina teizîrî û 8 sal nefî kirin bo şarê Bicnûrd li parêzgeha Xurasan hukum hat dan.

ev hevwelatiyê kurd bi tometa propaganda û peywendî tev partiyek kurde opozîsiyona dewleta islamiya Îranê û bê rêzî kirin bi pîroziyan, ev hukum jê re birîn.

Aram Behramî agadar kirine ku gere roja 28ê Rêbendana îsal bo cîbîcî kirina wî hukmî xwe dadgehê binasîne.

Navbirîji dayîk bûyê gundê” Zerdoyî” ser bi şarê Pawe û rûniîtiyê şarê Kirmanşane ku ji havîn û payîza isal de bi caran ji aliyê dezgeha ewlehiyê hatiye bang kirin û lêkolîn ser hatibû kirin.

Ji aliyek din hêzên asayişa dewleta islamiya Îranê bi caran hêriş birine ser mala vî hevwelatiyê kurd û xêncî wekolîna mala vî dest danîne ser kamputer, laptop û hejmarek berçav ji kitêbên vî.

Gorek amara tûmar kirî li sentera jimêryariya ajansa kurdpa, li despêka demsala zistanê heya niha gelemper 24 hevwelatiyên kurd ji aliyê dezgeha dadeweriya dewleta islamiya Îranê hukmê girtinê dane birînê.

Kolber

3 kolberê kurd bi destê hêzên asayişê hatine kuştin


\"11125.jpg\"
Hêzên asayişa dewleta ialamiya Îranê li nawçê “ Xêle reş” a Banê 4 kolberên kurd zindî û bidest û pê yê girêdayî ji çiyayê “ Sûr kêw” e şarê Banê weresandine xar û li sedem 3 kes canê xwe ji dest dan.

Roja çarşem, 18ê Rêbendan, gurûpek ji kolberên kurd ktin dafa hêzên asayişa dewleta islamiya Îranê û 4 kes bi navên “ Hisên Rostem nijad” temen 16 sal kurê Mihemed, “huşyar Rostem nijad” temen 20 sal kurê Mihemed û Rizgar kurê Kemal Ketanî li nawçê Xêle reş li cîyek bi navê Şehabedîn a Banê paş girtinê bi dest û pê yê girêdayî ji çiyayê Sûr kew weresandine xarê.

Paşî yekik ji wan kolberan bi navê “ Elî mam Nadir” ji qewmiyê rizgar dibe û li dema revînê dikeve ser mînên daçkilandî û ber hindê pêke xwe ji dest daye.

21ê Rêbendan, termê van 3 lawên kurd bi dest û pêyê girêdayî ji aliyê xelkên nawçê hatine peyda kirin.

Hevdem hêzên asayişa dewleta islamiya Îran, xîncî kuştina van kolberên kurd, hemû tiştên kolberan zewt kirine
Bi gotina hevwelatiyên nawçê Xêle reş pitir ji 70 ser hespê barkêş ji aliyê hêzên asayişa rijîma Îranê hatine kuştin.

Ev kolberê kurd xelkê nawçê Mihabad bûn ku bo karê pir metirsiya kolberî rû bi serhedên nawbenda şarên Bane û herêma Kurdistan kiribûn .

Gorek jimara tûmar kirî li sentera jimêryariya ajansa kurdpa, li despêka heyva Rêbendan heya niha 4 kolberên kurd bi destê hêzên milîtariyê dewleta islamiya Îranê hatine kuştin û koberik din jî bi destê wan hêzane hatine birîndar kirin.

Her wisa li vê heyvê de 11 kesên din li naw rêkên nawçên kurd rûniştiyê Îranê dene ber gullan ku li gelempera wan 7 kes hatine kuştin û 4 kesên din bi dujwarî hatine birîndar kirin.