Raporta heftiyane a berpê kirina mafê mirov li herêmên kurd rûniştiyên Îranê

12:09 - 7 Adar 2013
Ajansa nûçe gihaniya kurdpa bi amanca zêdetir eşkere kirina berpê kirina mafê mirov li nawçên kurd rûniştiyên Îran, her 2 heftiyan carik raportik bi navê “ Riwangeyî Hefte” ser berpê kirina mafê mirov diweşîne.

Raporta niva yeka heyva Reşemê

Li wê raportê de girtin, bang kirin, sepandina hukmên dem dirêj ser hevwelatiyan û neroniya çarenûsa hevwelatiyan li nawçên kurd rûniştiyên Îranê midê 2 heftiyên borî de tîne ber holê.

\"11366.jpg\"
Roja yêkşem 28ê Rêbendanê hêzên asayişê çone gundê “Musk”a ser bi şarê Merîwan û hevwelatiyek kurd bi navê “ Sîrwan Mihemedî” girtin.

Serçavek agadar ragihandiye : hêzên asayişê xêncî ku mala vî hevwelatiyî wekolane, dest dane ser satilayt û sêla satilayta wê malê.

Sîrwan Mihemedî kurê “Kerîm” bi tawana revîn ji serbaziyê hatiye girtin û raguhastine parêzgeha Kirmanşanê.

Ji aliyek din sitafa(sitad) giştiya hêzên çekdarê dewleta islamiya Îranê li birayarnamemeyek nû de ragihandiye ku niha pêwe kesên li ser wextê xwe neçin serbaziyê, xêncî wê hindê ku 6 heyv xizmeta zêde ya serbaziyê yê pê bidin kirin, hevdem li dadgeha milîtarî de yên bên ber jê pirsînê.

\"11353.jpg\"
Ji aliyek din xebatkarên xwendekariya şarê Merîwan bi navên Soran Danişwer, Dawûd Qesîmî, Mihemed Kone poşî û Saman Mehmûdî li dezgeha ewlehiya şarê Merîwan raguhastine girtîgeha sêntrala vî şarî.

Roja 10ê Rêbendan “ Dawûd Qesîmî” kurê Qadir xwendekarê karnasiya zanista sosyolojiya zanîngeha azad a Tehran, “ Saman Mehmûdî” kurê Hisên xwendekarê karnasiya bilind a zanîngeha Ormî, “ Soran Danişwer” xwendekarê zanista şarsaziya zanîngeha Kurddistan, “ Mihemed Konepoşî” kurê Elî xwendekarê zanîngeha Ormiyê ji aliyê hêzên asayişa dewleta islamiya Îran hatin girtin.

Hewdem hêzên asayişê xêncî wekolîna malên van xebatkran, dest danîn ser komputer û pitira tiştên kesîn yên wan .

Heya weşîna vê raportê çi ji wan xebatkaran ji aliyê senterên dadwerî nehatine dadgehî kirin û li wê heyvê de ketine bin îşkence kirin û lêpirsînan de bûne.

Girtina bê sebeba hevwelatiyan

\"11351.jpg\"
Dû kuştina endamek pêşde yê sipaha pasdaranê dewleta islamiya Îran, şarên Sine û Kamiyaran bi hêzek zor a milîtarî hat milîtarîze kirin û çend hevwelatî ji xelkê şarê Kamiyaran ê girtin.

Çend roj pêş niha 3 lawên xelkên şarê Kamiyaran ji aliyê hêzên milîtarî hatin girtin û bi ciyek nekivş hatine raguhastin.

Heya weşîna vê raportê çi zaniyariyek ser hegera girtin û cê ragirtina wan 3 hevwelatiyên kurd çinine.

Çend roj pêş niha kesik bi navê “ Ibrahîm Mihemedî “ xelkê gundê “ Berwer” ser bi nawça “ Kelaterzan” a şarê Sinê û endamê pêşîn ê sipaha pasdaran bi şêlikiya kes an kesanik nenaskirî hat kuştin.

Bi gotina xelkên wê nawçê, ew kesê hatî kuştin yekik ji endamên pêşîn yê sipaha pasdarana dewleta islamiya Îran bûye ji sala borî de, rolek berçav li kuşt û bira hevwelatiyên vê nawçê de hebûye.

Bang kirina pêşnivêjê yekik ji taxên şarê Serdeşt bo dadgehê

\"11354.jpg\"
Gorek ew raportên ku weşiyane Mamosta “Selam Gulnewaz” pêşnivêjê taxa “Şêwe Ibrahîm” a Serdeştê bangî dadgeha taybet a “rohaniyyet” kirin.

Wê gorekê navbirî agadar kiribûn ku debî 7ê Reşemê xwe bi dadgeha rohaniyyet a şarê Tewrêz binasîne.

Ew mamosta li diyalogek telefonî de bi ajansa Muriyan ragihandibû ku bi hegera endametî li mekteba Quran û peyrewî ji Ehmed Muftîzade bangî dadgeha Tewrêzî kirine.

Selam Gulnewaz pêştir jî li heyva Banemer û Cozerdana îsal bangî dadgeha taybeta rûhaniyyeta şarê Ormiyê hatibû kirin.

Gorek ew nûçe û raportên hatinî weşan, heftiya borî 5 kes çekdar ku xwe ajanê wizareta ewlehiyê binav kiribûn, hevwelatiyek Behayî xelkê Sinê bi navê “ Sema Reûfî” giertin û raguhastin bo sitafa hewalgiriya dezgeha ewlehiya vî şarî. Bab û dayka navbirî xêncî ewê ku serdana dezgeha ewlehiyê kirine nekarîne kurê xwe bibînin.

Pêştir jî hêzên ewlehî bi amanca girtina navbirî çobûne mala vî lê bi hegera nebûna vî nawmalê nekarîbûn bigirin.

Girtina hevwelatiyan li Hewşar

\"11365.jpg\"
Komik ji hevwelatiyên gundek li nawça Hewşar a Sayîn qela li parêzgeha Azerbaycana rojava, ji aliyê hêzên milîtarî yên dewleta islamiya Îran hatin girtin.

8ê Reşemê hêzên dezgeha emakin çone gundê “Qozlû” a nawça Hewşar, xêncî xir kirina satilayt û sêlên wê, komik ji hevwelatiyên wî gundî girtin.
Serçavek agadar xêncî piştrast kirina wê nûça eziyet kirina hevwelatiyan, bi nûçe gihaniya kurdpa ragihand : ew girtî bi amanca jê pisînê bo şarê Sayîn qela hatibûne raguhastinê.

Serçave ew jî anî ber holê ku ew hevwelatiyên girtî bi destê ajanên dezgeha ewlehiya şarê Sayîn qelayê jêpirsîn jê kiribûn ku paşî bi danana barmite berdabûn. Heya wşana vê raportê nasnama çi jiwan girtiyan nehatiye ragihandin.

Bang kirina babê 2 kolberê hatî kuştin bo dezgeha ewlehiya Mihabad

\"11435.jpg\"
26ê Rêbendan, Mihemed Rostem nijad xelkê Mihabadê babê 2 kolberê hatî kuştin bi navên Huşyar 17 salî û Hisên 19 salî bangî dezgeha ewlehiya vî şarî kirrin.

Heya dema weşana wê nûçê hegera bang kirina “ Mihemed Çav şîn “ bi dezgeha ewlehiya Mihabadê nahatiye zanîn.

18ê Rêbendan desteyek ji kolberan ketne pûsiya hêzên intizamiya dewleta islamiya Îranê û 3 kes bi navên “Hisên Rostem nijad “ , “Huşyar Rostem nijad” û “Rizgar Meirûfî azer” li nawça Xêle reş û liciyek binavê “Şehabedîn” a Banê paş girtinê, bi dest û piyê girêdayî ji çiyayê Sor kêw weresandibûne xarê li sedem de canê xwe ji des dabûn.

18 sal hews bo hevwelatiyek xelkê Ormiyê birîne

Hevwlatiyek xelkê Ormiyê bi navê Mistefa Fercam ku li girtîgeha vî şarî de ragirtine û mideyek pêş niha ji aliyê dadgeha şorişê bi 18 sal girtina teizîrî mehkûm kirin û bi sedema îşkenê tûşî nexweşya Alzaymêr ji bîrkirinê bûye.

Ev hevwelatiyê kurd 4ê Rezbera îsal li şarê Makûyê ji aliyê hêzên asayişê hatibû girtin û raguhastibûne girtîgeha sêntrsla şarê Ormiyê.

Bi gotinên hevbendên vê girtiyê polîtîk, navbirî tûşî çend nexweşîyê din yên bedenî bûye û herwisa tûşî jibir çonê bûye.

Birîna hukmê girtin bo 2 hevwelatiyên Mihabadî

\"11436.jpg\"
Gorek nûça gihîştî, hevwelatiyek kurd bi navê “ Zahid Rostem pûr” 28 salî ji aliyê dadgeha şorişa şarê Mihabadê hukmê 1 sal hewsa teizîrî û 4 sal hewsa ragirtî jêre birîne.

Ew hevwelatiyê kurdê xelkê nawça “ Qere mûsal” ser bi şarê Bûkan, bi tawana endametî û alîkarî tev yekik ji partên kurd dijberî dewleta islamiya Îran ev hukma bo hatiye birînê.

Zahid li despêka heyva Befranbar a sala 1390 ji aliyê hêzên ewlehiya dewleta islamiya Îran hat girtin û paşî 1 heyv bi danîna barmita 20,000,000 tûmenî bi formek katî berdabûn.

Navbirî li kutayiya heyva Rêbendan a îsal bo bihorandina hukmê xwe, xwe bi girtîgeha şarê Mihabadê nasandibû.

Her wisa hevwelatiyek din xelkê Mihabadê ku li Sermaweza îsal deji aliyê hêzên ewlehiya dewleta islamiya Îran hatibû girtin û ji aliyê dadgeha şorişa vî şarî bi tawana peywendî tev yekik ji partên kurdî ê opozîsiyonê bi 4 sal girtin hukum dabûnê.

Ev hevwelatiyê kurd ku li zîndana sêntirala Mehabad li hewsê deye 20 roj molet heye ku sikala ser wê hukmê bo dadgeha pêdeçonê bide wan.

Hevwelatiyek xelkê herêma Kurdistanê bi 1 sal girtin mehkûm bû

\"11361.jpg\"
Elî Silêmanî girtiyê polîtîkiyê xelkê herêma Kurdistan bi tawana peywendî tev Ehmed Şehîd bi 1 sal girtin a teizîrî hukum hat danê.

Gorek ew nûçên ku weşane, liqa 1 a dadgeha şorişa şarê Ormiyê ev hevwelatiyê kurd bi tawana propaganda dijberî dewleta islamiya Îran û peywendî tev Ehmed Şehîd raportêrê taybet ê rêxirava UN bi 1 sal girtin mehkûm bû.

5 kes li girtîgeha polîtîkî a şarê Ormî bi navên Ehmed Temoyî, Ûsib Kake Memî, Cehangîr Badozade, Elî Ehmed Silêman û Mistefa Elî Ehmed ku li 20ê Rezbera îsal ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê hatibûn girtin, midê 2 heyvan bi tawana peywendî tev Ehmed Şehîd û mîdyayên derî welat ketin ber jêpirsînê û hatin îşkence kirin.

Man girtina 2 xebatkarên kurd û hinek ji selefiyan li girtîgeha Recayî Şehra Kerec

\"11360.jpg\"
Girtiyek kurd bi nîşana protêsto kirin a riftara xirab û nedana mirexesî ji aliyê berpirsên wê girtîgehê dest bi mangirtinê kiriye.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya kurdpa, zîndaniyek kurd bi navê “Rehîm Elyasî” naskirî bi navê “Şehram” xelkê şarê Bûkan, 5 roje li girtîgeha Recayî şehra Kerec man ji xwarinê girtiye.

Sereçaveke agadar li girtîgeha Recayî şehra Kerec ê bi nûçe gihaniya kurdpa ragihand: Şehram Elyasî şeva Eynî barê tendurustiya vî xirab bûye, ber wê hindê raguhastiyê bêhdariya naw girtîgehê kiribûn ku duxtorê naw zûndanê bi biryara berpirsên girtîgehê ji çareserkirina nexweşiya navbirî xwe weqelastibûn.

Ev girtiyê kurd sala 1386 ji aliyê hêzên asayişa dewleta islamiya Îran li şarê Bokan hat girtin ku paşî bi tawana hewl dan dijî asayişa netewî bi rêka ragirtina çek û teqemenî ji aliyê dadgeha şorişa vî şarî hukmê 11 sal girtina teizîrî jêre birîn.

Navbirî paşî ewê ku hukma ji dadgeha pêdeçonê hat piştrast kirin, bo bihorandina hukum, ji girtîgeha şarê Bokan bo girtîgeha Recayî şehra Kercê hate dûr xististin ku nihaji 5 salan zêdetire ku li girtîgehê deye.
Girtiyek din yê kurd bi navê “Taib” bi hegera karşikênî û neberpirsayetiya berpirsên gitrtîgeha Zahidan hember xwestên vî, dest daye man girtinê.
Berpirsên girtîgeyê li qarwey guhdan û cîbîcî kirina xwestên vî, navbirî bi qerentina nawa girtîgeha Zahidan raguhastine.

Ev girtiyê kurd ku paşî 2 heyv girtinê li girtîgeha wizareta ewlehiyê de hewsî bû, bi tawana piştgirî ji partek opzîsiyona dewleda islamiya Îran û kirîn û firotina çek û teqemenî bi 6 sal girtin û dûr xistin bo girtîgeha Zahidan mehkûm bû.

Man girtina 6 kesên selefî li girtîgeha Recayî şehra Kerec

\"11358.jpg\"
Gorekî nûça gihîştî , 6 kes ji girtiyên selefî mehkûm bi sêdare xelkê dewera şarê Sine ji roja duşem 30ê Rêbendanê wêde li girtîgeha Recayî şehra Kerec ê man ji xawarinê girtine.

Ew girtiyane bi amanca ragirtin û cîbicî nekirina hukmê sêdarê man ji xwarinê girtine ku gişt endamên gurûpên radîkal-islamîst in.

Ji aliyek din binemala wan girtiyan bi amanca rêgirtin ji qewimîna hukmê sêdare dana kurên xwe ber derê parêzgehiya parêzgeha Kurdistan kom bûnê.

Riftara xirab tev girtiyên polîtîkî û şaristanetiyê kurd

Mirina hevwelatiyek kurd li girtîgeha Mînab


\"11357.jpg\"
Hevwelatiyek kurd xelkê şarê Seqizê bi sedema xwînrêjiya zêde û pêre negihîştina midîsîn li girtîgeha Mînab canê xwe ji dest da.

Gorekî nûça gihîştî, şeva eynî 27ê Rêbendan, girtiyek kurd bi navê “ Mihemed Zînetî” kurê Mensûr û xelkê xiyawana “ Çemê Welîxan” a şarê Seqizê, li girtîgeha Şarê Mînab tûşî xwînrêjiya Meide hatiye û bi sedema pêre negihîştina midîsînê canê xwe ji dest daye.

Navbirî ji aliyê dadgeha şorişa vî şarî bi tawana ragirtina çek û teqemenî hukmê girtina hetayî bo hat birîn ku paşî hukmê dadgehê li dadgeha pêdeçonê piştrast bû û paşî bi girtîgeha şarê Mînab li parêzgeha Hurmuzgan hat dûrxistin.

Hevdem “ Kemal Şerîfî” jornalîstê girtiyê kurdê xelkê şarê Seqizê ku li girtîgeha şarê Mînab ragirtine, tûşî nexweşiya gurçik û meide bûye û heya niha çi çareseriyk midîsînî jêre nehatiye kirin.

Kemal Şerîfî sala 1387 li şarê Seqizê hat girtin û ji aliyê dadgeha şoriş a vî şarî hukmê sêdarê bo birîn ku paşî ev hukma li dadgeha pêdeçonê bû 30 sal girtina teizîrî û dur xistin bo girtigeha Minab kêm kirin.

Têkçona barê tendurustiya girtiyek kurd li girtîgeha Recayî şehrê

\"11356.jpg\"
Namiq Mehmûdî 72 salî xelkê şarê Seqiz, niha li benda 4a salona 12a girtîgeha Recayî şehra Kerecê ragirtine ku rewşa tendurustiya vî aloze.
Ev girtiyê kurd tûşî nexweşiya çav hatiye û çavek xwe ji dest daye û çavê din ber bi kor bûne û heya niha jî bêhdariya girtîgehê çi lêrihênînek bi rewşa navbirî nedane.

Namiq Mehmûd 17ê Xakelêwê tev 3 kurê xwe li gundê Îranşa ya Tileko ji aliyê hêzên ewhehiyê hat girtin û paşî bi benda ewlehiya şarê Sinê û paşan bi benda 209a girtîgeha Êvîn hat raguhastin û li wî mideyî de bi dujwartirîn form ji aliyê wan hêzane bin îşkence û lêpirsînan de bûye.

Girtiyek li girtîgeha Ormiyê lêvê xwe weçinîn

\"11355.jpg\"
Gorkî wan nûçên weşayî, heftiya borî de girtiyek kurdê xelkê Mihabadê bi navê”Ceifer Efşarî” li roja yekşem 29ê Rêbendan bi nîşana protêsto kirina guhnedana berpirsên girtîgehê ser raguhastina navbirî bo girtîgeha Mehabadê lêvên xwe weçinîn û man ji xwearinê girtiye.
Gorek wê raportê Ceifer Efşarî li beşa qerentîna girtîgeha Ormiyê hatiye raguhastin.

Ceifer Efşarî kutayiya sala 1389a rojî tev 3 birayê xwe li şarê Bokan hatiye girtin û paşî ji aliyê dadgeha şorişa şarê Mihabadê bi tawana hewldan dijî asayişa naw netewî bi 5 sal girtinê hat hukumdan.

Rêgiriya berpirsên girtîgehê ji raguhastina Zanyar Moradî bo nexweşxanê

\"11352.jpg\"
Zanyar Moradî girtiyê polîtîkiyê kurdê mehkûm kirî bi sêdaredan ku lingên vî tûşî êşê bûn, ji aliyê berpirsên girtîgehê rê jê girtine bo çareser kirina nexweşiya navbirî.

Nûçe gihaniya hirana weşandiye ku ev girtiya bo çareser kirina nexweşiyên xwe dû de çoye û berpirsên wê girtîgehê pêre gotine “ tu dema ku têyî sêdaredanê çi pêwîstiyek te heye bi çareserîya midîsînê?”
Navbirî li nameyek de ku weşandiye, basa wan îşkencên naw destê hêzên ewlehiyê kiriye û rû bi xelkê Kurdistan ragihandiye, ku bersiva berpirsên girtîgehê bo lawik girtî ku hergaw metirsiya nuxsan bûnê heye , ewaye ku “ em dereng an zû yê te bikujin. “

Sereçav:
Ajansa nûçe gihaniya kurdpa
Nûçe gihaniya hirana
Ajansa nûçegihaniya Mukriyan