Raporta analîz kirî- statîstîkek ji ajansa kurdpa gorkî hatin kuştina hevwelatiyên şaristaniyên kurd

15:04 - 23 Şibat 2013
Ajansa kurdpa : Dana wê raporta analîzî-statîstîkî bi gork dukumêntên nivîsandî yê statîstîka sentera statîstîka ajansa nûçe gihaniya kurdpa ji despêka îsal hatiye çê kirin ku girêdayî bi kuştin û birîndar bûna hevwelatiyan e ku tinê bi şika hilgirtina tiştên qaçax bi destê hêzên milîtarî li rêkên nawbenda şaran yan li nawçên rûniştinê bûne ermanca gullan.


Jimêr û statîstîka wê raportê ji lêdan û kutana şarwendan bi destê hêzên milîtarî, hêriş û teqe li gund û nawçên rûniştinê wek herêmên ser sinûrên şarwendên kurdên Êraq û Tirka dike tê pê.
Tînin bîra we ku statîstîka hatî nivîsîn li sentera statîstîka ajansa nûçegihaniya kurdpa ser binema dukumentên serçavên bavirî pêkirî taybetiyên kesên hatî nivîsîne û analîza statîstîkî ya binî tinê bi jimêr û prosênt(%) tê nîşan dan.

Çendxane (1)

Hejmara kuştî û birîndar bûyê îsal(1391) heya niha şanî dide
\"11233.jpg\"


Forma (1)
\"11232.jpg\"


Hejmara kûştî û birîndaran

Gorek çendxana (1) hejmara kuştiya 37 kes, bilintirîn asta statîstîk gorek birîndaran bi 24 kesan bi xwe digre
Li wê hogirî û xala berçav a statîstîkê de , ciyawazî nawbera kuştî û birîndarane ku hêzên milîtarî bi armanca kuştinê, şarwendan didne ber guleyan û wan didin ber kutan û lêdanê.

Çendxan a (2)

Heger û forma kuştin û birîndar bûna kesan şanî dide.
\"11231.jpg\"

Çendxana (2)ê dide berçav ku hejmara kesên ku li rêkên nawbenda şaran dibin ermanca gulleyan bi 33 car zortirîn hejmarê bi xwe digre.

Wê barê de 19 car kuştina hevwelatiyan daye ber xwe. Ji aliyek din 3 car bûye sedema agir pêberbûna maşînan û şevitîna hemû kesên naw maşînê.

Her wisa hêzên milîtarî li nawçên din de bi şika birina tiştên qaçax bûne ermanc û 8 kes kuştî û birîndar bûyê wê statîstîkê tînin pê.
Dane ber gulleya wan kesan tinê bi hegera şik birin bûye ku pitira caran bûye sedema kuştina wan.

Prosêntek ji wê statîstîkê şanî dide ku hevwelatiyê kuştî an birîndar kiriyê nawçên cur bi cur wek herêmên rûniştinên gund û şarî ye ku bi sedema hêriş birin ser wan , kutan û lêdan û şer tev hêzên milîtarî bûye.
Xala cê sirincê ku gere bê şanî dan kuştin û birîndar bûna hevwelatiyên welatên cînar bi destê hêzên milîtarî a Îranê ye ku pitir caran ew hêza bi hêriş û sinûr bezandin ew hevwelatî kuştine an birîndar kirine.

Çendxan a (3)

Zayend a kesên kuştî an birîndar
\"11230.jpg\"


Çendxan a (3) şanî dide ku bi tinê 3 kes ji wan kesan jin bûne ku bi gişt li teqa hêzên milîtarî li nawbenda şaran birîndar bûne. Her wisa gorek zanyariyên nivîsandî, yekik ji wan jinan heyna teqa hêzên milîtarî du can bûye.

Nîşandeka (2) hejmara qurbaniyan gorek heyvan
\"11229.jpg\"


Çendxan a(4)

Hejmara kuştî û birîndar bûyî gorek heyvan
\"11228.jpg\"


Ser çendxan a (4) heyvên Behmen, Mordad, Ordîbehêşt, Xurdad û Tîr gorek heyvên din statîstîka bilintir a kuştî û birîndaran hebûne.
Bilind û nizim bûna statîstîk gorek heyvan li halê kêm û zêde bûn deya û ber vê hindê mirov nikare kên an zêde bûna wan pêşbînî bike.

Form a (2)

Hejmara qurbaniyan gorek parêzgehan
\"11227.jpg\"


Çendxan a (5)

Hejmara kuştî û birîndaran gorek parêzgehan
\"11226.jpg\"


Li wê çendxanê de hejmarek ji hevwelatiyên kurdên Êraq ûTirka ne ku ser sinûran ketine ber gullyeyên hêzên milîtarî û kuştî an birîndar bûne.

Çendxana (5)ê şanî dide ku parêzgeha Azerbaycan a rojava bi 41% zortirîn kuştî û birîndar li xwe girtine û parêzgehên Kurdistan û Kirmanşan bi rêzê asta duyim û sêyim li xwe digirin.

Ev statîstîka gorek dukumêntên hatî nvîsîn li sentera statîstîka ajansa nûçe gihaniya kurdpa hatine berev û tûmar kirin û bi hegera rewşa ewlehiya sepayî ser herêmên kurd rûniştiyên Îranê û deng newedana bi hûr a nûçan, rengebûna bilintir bûna van statîstîkan zortire.

Ev raporta bi destê şaxa lêkolîn a sentera statistîka ajansa nûçe gihaniya kurdpa berv û tûmar bûye.
Weşana bi caran û behre birin ji vê statîstîkê bi nav birin ji serçave ya “ ajansa Nûçe gihaniya kurdpa” serbeste.