Bokan; Hefteyek ji binçavkirina bereday û nebûna agahiyan li derheq çarenivîsa Yûsif Kerîmî

01:28 - 10 Nîsan 2026

20ê Xakelêweya 1405an a Rojî piştî derbasbûna hefteyekê li ser binçavkirinaYûsif Kerîmî, welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Bokanê, tu agahî li derheq çarenivîs û cihê wî tune.

Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, ev welatiyê Kurd roja Înê 14ê Xakelêweya 1405an a Rojî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe bêyî belgeya dadgehê hatiye binçavkorin û ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya agahdar zêde kir: Piştî lêgerîna malê, hêzên ewlehiyê hin tiştên şexisî yên welatiyê dest biserde girtin û birin.

Vê çavkaniya agahdar diyar kir: Ji dema binçavkirinê ve, Kerîmî ji mafê hebûna parêzer, telefon û hevdîtin bi malbata xwe re bêpar maye.

Vê çavkaniya agahdar got: Heta niha, hewldanên malbata Yûsif Kerîmî ji bo zanîna çarenivîs û cihê wî bê encam mane.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatine kirin de ti zanyariyek li ber dest nîne.