Hemedan; Ragirtina berdewam û bereday a Zeyneb Ezîzî û Sîrvan Emînî li girtîgeha Navendî ya Hemedanê berdewam dike

01:28 - 10 Nîsan 2026

Di rojên dawî de, Zeyneb Ezîzî û zilaçê wê Sîrvan Emînî, du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Sine piştî bidawîkirina pêvajoya lêpirsînê ji navendeke ragirtina ewlehiyê bo girtîgeha Navendî ya Hemedanê hatin veguhastin û bêçarenivîs li vê girtîgehê têne ragirtin.

Li gorî çavkaniyek agahdar, ev herdu welatiyên Kurd piştî ku li Sine hatin binçavkirin, ji bo lêpirsînê ji bo yek ji navendên ragirtina ewlehiyê yên li Hemedanê hatin veguhastin.

Vê çavkaniya agahdar diyar kir: Ji dema binçavkirina van her du welatiyan ve gelek caran bi malbatên xwe re telefon kirine û ji hebûna mafê parêzer û hevdîtinên bi malbatên xwe re bêpar hêlan e.

Roja Şemiyê, 16ê Reşemeha 1404an a Rpjî Zeyneb Ezîzî û Sîrvan Emînî bêyî belgeya dadgehê û bi karanîna tundûtûjiyê li malê  ji hêla hêzên ewlehiyê yên li Sine ve hatin binçavkirin.

Li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî van her du welatiyên Kurd de hîn ti zanyariyên zelal nînin.