Urmiye; Binçavkirina bereday û nebûna agahiyan li derheq çarenivîsa blognivîsa Kurd Hedîs Heqîqî berdewam dike
22ê Xakelêweya1405an a Rojî Tevî ku zêdetirî mehek di ser binçavkirina Hedîs Heqîqî, blognivîsa Kurd a temen 21 salî ya xelkê bajarê Urmiyê re derbas bûye, tu agahiyên rast li derheq çarenivîs û cihê wê nînin.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye hêzên ewlehiyê bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî bi şev êrîşî mala bavê blognivîsa kurd kirin û ew û bavê wê bihevre binçavkirin e.
Vê çavkaniya agahdar zêde kir: Hedîs Heqîqî û bavê wê ji dema binçavkirinê heta niha ji mafê hebûna parêzer û hevdîtinên bi malbatê re bêpar mane.
Vê çavkaniya agahdar diyar kir: Rûpela şexisî ya Instagramê ya blognivîsê bi destûra dadwerî heya agahdariyek din hatiye asteng kirin.
Vê çavkaniya agahdar ragihand: Hewldanên malbata Heqîqî ji bo zanîna çarenivîsa Hedîs û bavê wê bê encam man.
Vê çavkaniya agahdar got: Di dema şerê di navbera Îran û DYA-Îsraîlê de, hejmarek blognivîsên Kurd ji Urmiyê ji bo dezgehên ewlehiyê hatin gazîkirin û piştî ku pêvajoya lêpirsînê qediya, amûrên wan ên elektronîkî hatin desteserkirin û çalakiyên wan ên serhêl hatin qedexekirin.
Heta dema weşandina vê nûçeyê, di derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Xanim Heqîqî de ti agahî tune ye.