Raport/ Roja cîhanî a kêmendaman di Îran û Kurdistanê de

20:22 - 3 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Hevdem ligel wê yekê ku roja cîhanî a kêmendaman li cîhanê bilind tê nirxandin, bi borîna 25 sal li ser şerê Îran û Îraqê re, heya niha jî 4 milyon û 200 hezar hiktar ji axa Rojhelatê Kurdistanê, ji mayînan paqij nebûye.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di demekê de ku îro 3’ê “December”(Çiriya Pêşîn), roja cîhanî a kêmendam (meilûl) an, hatiye îlan kirin, li Îranê kêmendam yekek ji bêpartirîn nifşên civakê tên hejmardin.

Hikûmeta Îslamiya Îranê ne tenê bo destek kirin a mafên kêmendaman “konwansiyon” îmza nekir, belku bi îmza nekirina peymannameya “Otara”, roj pey roj hejmara kêmendaman li Îranê ber bi zêdebûnê ve diçe.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bi minasibeta vê roja cîhanî, raporte amade kiriye ku qala pirsgirêkên kêmedaman li parêzgehên rojhelatê Kurdistanê û parêzgeha Xûzistanê dike û amara veşartî a wezareta Berevanî a hikûmeta Îranê derbareya kuştî û birîndarên teqîna mayînan li parêzgehên Kurdistan(Sine), Îlam, Urmiye, Kirmanşan û Xuzistanê de aşkere dike.

Konseya giştî a saziya Neteweyên Yekbûyî li sala 1992’an, bi mebesta ron kirina raye giştî û bilind nirxandina pirsa kêmendama û zêdekiraina agahiyan li ser pirsgirêkên kêmendaman, roja 3 “Desember”(Çiriya Pêşîn a) 2014’an, roja cîhanî a kêmendaman bi nav kir.

Zêdeyî 1 milyon kes li cîhanê bi sedemên cûr bi cûr ên cesteyî, rûhî û civakî tûşî kêmendamiyê bûne. (kêmas bûne)

Gorî amara navenda serpereştî kirin ji kêmedamên Îranê (Bihzîstî), salane 60 hezar kes li wî welatî kêmendam dibin ku gorî we serjmêriyê rojane 165 kes bi amara kêmendamên Îranê tên zêdekirin.

Serjimêriya sala 2007’an derxist ku yek milyon û 570 hezar kêmedam li Îranê hene ku gorî serjimêriya saziya berewanî kirin ji mafên kêmendaman, zêdeyî 3 milyon kesî li Îranê tûşû kêmendamiya micid bûne.

Sala 2000’an, Konseya NY, bi pêşniyara welatê Meksîkê, komîteyek ji welatên endam bi armanca pêkanîna Konwansiyanekî bo berevanî kirin ji mafên kêmendaman û dabîn kirina pêdiviyên leşsaxî, xwadina, beşdarî kirin li karûbarên çandî, siyasî, aborî sîpor û civakî, lidar xist.

Hevdem ligel erê kirina wê konwansiyonê li konseya NY, 132 welatan pejirand û çûne nav vê saziyê, lê hikûmeta Îslamiya Îranê heya niha neçûye nav wê saziyê. Bi derbasbûna 14 salan li ser erê kirna konwansiyonê re, saziya NY lêkolînê ji naverokê wê dike.

Ji aliyekî din ve, pişkek ji kêmendamên Îranê dibin qurbanyên mayînan ku zarok jî beşek ji wan in û ji mafên xwe bê mifah mane; herçend di yasaya hikûmeta Îranê de, divê piştevanî ji wan bihata kirin lê tu hengavek di wî warî de nahetiye hilgirtin.

Bi gotina parêzer (wekîl) Osman Muzeyen, di yasaya bingehîn a Îranê de tu ciyawaziyek navbera qurbaniyên mayînan nisbet bi temen (mezin û zarokan) nîne.

Deverên sînorî ên rojhelatê Kurdistanê ku di şerên navbera Îran û Îraqê de hatibûn bi mayîn kirin(16 heya 30 mayînan li wir hatibûn çandin), bi derbas bûna 26 salan bi ser wî şerî re, heya niha ji ew girev ji mayînan nehatine paqij kirin.

Hikûmeta Îslamia Îranê bi sedema îmza nekirina peymannameya “Otawa” di civîna mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Swisrayê, ji aliyê nûnerê welatê Bosniyayê ve rexne ji Îranê hat girtin ku derheq paqij kirina 20 milyon mayîn li welatê xwe, tu hewlek nedaye.

Bi sedema pişkidarî nekirina Îranê di wê Konwansiynê de, ji piraniya alavên pişketî ên xawin kirina mayînan bê par maye û bi gotina karzanan her bi sedema wê yekê ye jî ku piraniya qurbaniyên mayînan di wî welatî bi sedema xemsariya rêveberên hikûmetê ye.

Jêdereke agah li wezareta Berwanî kirin a Îranê bi Peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Bûyerên teqîna mayînan, bi sedema ne agahî bûna wan kesan e ku mayînan derdixin; ji ber ku ew ji şêwazên nû yên derxistina meyên(ALMAS) bê agah in û bi berçan girtina wê hindê ku di heyamê şer doreya perwerdeyî kêm û demkî bûye, lê niha paqij kirina Mîlîtarî û leşkerî ligel xawin kirina mirov dostane, gellek ciyawazî heye.

Wê jêderê ku nexwast navê bê eşkere kirin got:“Niha du kes li Îranê li gel ji holê rakirina mayînên çandî gorî ustandardên Navneteweyî şarezayî hene, lê hikûmeta Îranê tu car nexwestiye ji şarzaya wan mifahê webigre û mayînan bi wan bide derxistin.

Wê jêderê di dirêjeya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir:“wezareta Bervanî bo her hiktar deverên min têde hatinî çandin, 4 milyon û 500 hear tomen bodce dabîn kiriye û berpirsayetiya wî karî jî xistiye situyê çend yekeyên girêdayê Sipaha pasdaran a hikûmta Îranê.

Wan kompaniyên Sipaha Pasdaran jî, paqij kirina wan cihên ku mayîn têde hatinî bikaranîn, radestî peymandaran kirine ku ew jî bi sedema bûdceya kêm, wî karî bi dirustî û rêkûpêk, birê ve nabin.

Hikûmeta Îslamiya Îranê ji piraniya bajarên Kurdistanê de karê paqij kirina mayinan encam daye, lê netene ku pêşî ji teqîna mînan nehatiye girtin, belkû zêdetir ji caran jî ew bûyer qewimîn e.

Sala borî wezareta Berevanî û her wiha parêzgariya Kirmaşanê, rêûresmek bo xawin kirina dewerên xwedî mîn lidar xisti bûn û ragihandinbûn ku 700 hezar hiktar ji zeviyên kirmanşanê ji mayînan hatiye paqij kirin.

Bi piştgiriya navenda amarê li ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji destpêka sala 2013 an (21 mehên borî de) 89 hemwelatî li parêzgehên Kirmaşan, Kurdistan(Sine), Azerbaycana Rojava(Urmiye) û Îlamê de bûne qurbanên mayînan ku 12 ji wan( di nav kêmendamên sax mayî de) zarokin jêr temenên 15 salî ne.

Li sala 2013’an jî, 42 hemwelatî li 4 parêzgehên Kurdakincî de hatin kuştin û birîndar kirin ku 11 ji wan di dema teqînê de jiyana xwe ji dest dan, 35 ê din jî birîndar(kêmendam) bûn

Her wiha ji destpêka sala 1399’an a Rojî heya niha ,ji parêzgehên Îlamê, Kirmanşan, Kurdistan (Sine) û Urmiye, 43 hemwelatî bûne qurbaniyên teqînas mayînan ku 9 kes ji wan jiyan xwe ji dest dane, 34 ji wan jî kêmendam bûne.

Ji koma giştî a wan 89 kesane ku bûne qurbaniyên mayînan, 34 kes( 26 kuştî û 8 kêmendam ) li Kirmaşanî bûne.

Ji sala 1988’ ku şerê navbera Îran û Îraqê bi dawî bû heya dawiya sala 2012’an, li parêzgeha Azerbaycan Rojava (Urmiye) 1569 hevwelatî bi sedema teqîna mayînan kêmendam bûne û 309 kes jî wan jiyana xwe winda kirine ku li nav wan miriyan de 69 kes jin û 243 jî mêrd bûne.

Li gorî wê amarê li parêzgeha Kurdistan(Sine) jî di heman heyamî de 699 welatî kêmendam bûne û 368 kes jî jiyana xwe ji dest dane ku 31 ji wan jin û 337 jî mêrd bûne.

Bi piştgiriya amara wezareta Berevanî, di heyamê salên(1988- 2012)an, li Kirmaşanê 1933 hemwelatî ku 108 kes ji wan jin in, bûn qurbanyên mayînan(ji wan 933 kes mirine).

Her wisa li parêzgeha Îlamê di heyamê navbirî de 536 kes kêmendam bûne ku 37 kes ji wan jin bûne, 326 kes ji qurbaniyan mirie ku jiwan jî 18 lê jin in.

Di parêzgeha Ereb akinciya Xuzistanê jî ku di başûrê îranê de bi cî bûye, di heman heyamî de, 864 hemwelatî kêm endam bûne ku ji wan 96 kes jin û 768 jî mêrd in. Her di nav wan kesane de 437 kes ku 34 ji wan jin bûne jiyana xwe ji dest dane.

Gorî amara saziya “YNCF” (yonîsêf), niha 4 milyon û 200 hezar hiktar ji navçeyên tixûbî ên bajarên rojhelatê Kurdistanê wek; Mêhran, Dêhloran, Neft Şehr, Somar, Ciwanrûs, Selas Bawacanî, Gîlan Xerb(Rojava), Pawe, Merîwan, Bane, Serdeşt, Şino, Pîranşehr û Urmiye, bi 17 cûneyên mayînan hatine gemarî kirin.

\"23414.jpg\"