Raporek li ser Rewşa Girtiyên Girtîgeha Recaî Şehr a Kerec ê

14:43 - 11 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Hepsiyên girtîgeha Kerecê seva rewşa xirab a naw hepsê û nebûna xwardemeniyên baş, tûşî nesaxî û pirsgirêkên leşsaxiyê hatine.

Li gor nûçeya gihîştî bi nûçegihaniya Kurdpa, Piraniya girtiyên benda 4’ê a salona 12’ê a girtigeha Recaî Şehr seva nebûna xwarinek baş, nebûna Fiqî û Pincar, xwarina Birincê xirab,nexwarina goş, di rewşek xirab a leşsaxiyê de jiyanê dibene ser.

Çavkaniyekê li zîndan Recaî Şehr a bajarê Kerecê bi nûçegihanê ajansa kurdpa ragehand: Seva damezirandna sistema hinartina Şopên Parazîtan bi armanca rêgirî li pêywendiyên telefonî li ser dîwarên zîndanê, piraniya girtiyan tûşî nesaxiyê bûne.

Zîndanî li ser vê baveryêne ku şopên Parazîtan sebebkarê sereke ên hatine xareya wîtamînê li leşê wan girtiyan deye û di heman demê de pizîşkek naw girtîgehê vê yekê piştrast dike.

Ji aliyek din pizîşkan qewlê hinartina nameyekê jibo aliyên pêywendîdar dane lê heya niha qewlê wan nehatiye cî bi cî kirin.

Çavkaniyê base vê hindê jî kir, li heyamê 8’ salên bihorî de girtiyên girtîgeha Recaî Şehr a Kerecê li xwarina Fiqî hatine bêpar kirin û ew rewş bûye cihê dilgiraniya malbatên wan.

Çavkaniyê got ku girtî li tirsê eşkence û azarê nikarin nerazîbûna xwe nîşan bidin.