Raporek li Ser Rewşa Dawîn a Dosiyeya Xusro û Mesûd Kurdpûr

15:54 - 14 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Xusro û Mesûd Kurdpûr ji aliyê Serdozgerê dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê hûkmê girtina wan hatiye dayîn û du çalakên kurd nerazîbûna xwe li hember vê biryarê nîşan dane.

Kemal Husênî alikarê ajansa Mukiryan di pêywendiyek telefonî de bi ajansa kurdpa ragehand: Roja Çarşem berwar 13’ê Adara 2013’an lêgerê perwendeya “Xusro û Mesûd Kurdpûr” ragehandiye ku tawana wan du rojnamenivîsên Kurd ewlehiye û bi danîna barimteyê jî nahên azad kirin.

Rojnamevanê han basê vê yekê jî kir, dema ku min daxwaza dîtina wan du birayan kir, lêgerê dosiyeya wan bi min ragehand ku me daxwaz name jibo ve neşandiye û heya dosiyeya wan radestê Serdozgeriyê nehê kirin, kes nikare wan bibîne.

Kemal Husênî basê vê yekê jî kir ku “Seva vê yekê ku di navendên ewlehiyê de, hatine binçav kirin Îzna çûn bo ser dosiyeya wan bi me nahê dan. Navbirî ew yeke jî eşkere kir ku Xusro Kurdpûr ji aliyê “Mede”(Gede)bi xurtî tûşî azarê hatiye û seva vê yekê kevtiye bin çavdêriya pizişkî de.

Roja Pênceşemiyê 7’ê Adarê Hêzên Îttlatî li bajarê Mihabadê Xusro Kurdpûr berpirsyarê ajansa Mukiryan li mala wî de binçav û jibo Îdareya Îttlatê veguhastin.

Du roja piştre û di demekê de ku Mesûd Kurdpûr bi hinceta lêgerîn û pêragihîştin bi dosyeya birayê xwe serdana Îdareya Îttlata bajarê Mihabadê kiribû,hat girtin.