Raporek li ser kuştina jinek li Urmiyê li ser pirsa namûsî

17:50 - 6 Adar 2021

11 roj beriya niha, jineke 38 salî, xelkê gundê “Badikî” yê ser bi bajarê Urmiyê, ya bi navê “Ezîze Heqî`iyûbî”, dayîka 4 zarokan li ser pirsa “namûsî” ji aliyê mêrê xwe ve hate kuştin.  

Mêrê wê jinê yê bi navê “Girman Derwîşî”, jina xwe ji rêya xendiqandinê ve kuşt.

Çavkaniyên Kurdpayê ragihandine ku: “Girman Dervîşî” tûşbûyê madeyên hişber “Şîşe”yê bûye û bi şik û gumana “namûsî” jina xwe xendiqandiye.

Cînarên wê malbatê di civînekê de digel Kurdpayê ew şik û gumana “Girman Derwîşî” red kirine.

Termê wê jinê bo tewawkirina lêkolînê bo pizîşka yasayî veguhastine û heya niha termê wê radestê malbata wê nehatiye kirin.

Herwisa “Girman Derwîşî” reviyaye û heta niha nehatiye binçavkirin.

Dibe bê gotin ku gundê “Badikî” yek ji gundên nêzî bajarê Urmiyê û li qirax wî bajarî ye ku bi devereke destpêrenegihîştî ya civakî tê naskirin.

Ew duhemîn “qetla namûsî” li heyama yek mehê derbasbûyî li bajarê Urmiyê ye.

15`ê Rêbendanê, “Işret Nîkxûyî”, keça Cimşîd, 28 sale ya xelkê gundê “Gengeçîn” li devera “Soma û Biradost” a girêdayê bajarê Urmiyê, li ser pirsa namûsî ji aliyê kurmamên wê ve bi berdana benzînê agir berdanê û canê xwe ji dest daye.

Ji derheq qetila jinan, dem ku kuştina jinan bi palneriya parastina abirû û şerefa malbatî be, diçe çarçêveya “qetlên namûsî”, haletên wekî; Xwedûrgirtin bo pêkanîna jiyana hewbeş ya bi zorê, qurbaniyên destrêjiya cinsî, telaq wergirtin, peywendî digel aliyên beraber, xweparastin ji qise û dab û nerîtên malbatî û…, dikare şeref û abirûya malbata xwe “lekedar” bike û eva jî sedemek e bo “qetlên namûsî” ji aliyê bikujan ve.

Pêka amarên tomarkirî li “Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirov a Kurdpa”ê, ji destpêka sala 1399an ve heta niha 7 halet ji “qetlên namûsî” li Kurdistanê qewmî ne.

Berhevanîn: Evîn Mistefazade