Raporek li derheq rewşa Mihemed Selehşûr, hepsiyê siyasî di girtîgeha Urmiyê de
Ajansa Kurdpa: Hepsiyekî siyasî yê Kurd, xelkê devera Mirgewer, di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de, her di bin givaşa Saziya Îtila`ata hikûmeta Îranê de ye.
“Mihemed( Ismet) Selehşûr”, 27 salî, kurê “Xurşîd”, girtiyê siyasî yê Kurd, di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de, di meha Reşeme ya sala 1396`an de, bi tometa “endametî û propagende bo yekek ji partiyên Kurd yên opozîsiyona hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin, û piştre di 4`ê meha Banemer a sala 1397`an, piştî 48 rojan lêpirsîn, ji girtîgeha Îtila`atê ve, bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, hatibû veguhastin.
Ew hepsiyê siyasî yê Kurd, piştî çend rojan ji veguhastina wî bo girtîgeha bajarê Urmiyê, di taya 3 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê de, bi dadweriya “Necefzade”, bi 8 salan hepsa te`izîrî, hatibû cizadan.
Çavkaniyekî agehdar di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de ragihandiye: Piştî derbasbûna 2 sal ji ser hepsa te`izîrî ya wî girtiyê siyasî ku pêwendî bi tohmeta “hebûna çek”, bû, hatiye bexşîn.
Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew girtiyê siyasî, piştî 10 mehan di girtîgehê de, bi tometa “pişikdarî li kuştina yekek ji endamên Spaha Pasdaran”, bo girtîgeha parastina Îtila`ata Spaha Pasdaran hatibû veguhastinê, ku di 2 qonaxan de, bo heyama 15 û 63 rojan, di oda tekekesî de mabû, û piştî îsbatnebûn wê tohmetê, dîsan bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, veguhastibûn.
Herwisa wê çavkaniya daye zanîn, “ew hepsiyê siyasî yê Kurd di heyama desteserkirina wî de, rastî pirsgirêkên zaf yên malbatî bibû, û herwisa di bin givaşên Îtila`ata hikûmeta Îranê de ye.
Ew hepsiyê siyasiyê Kurd, xwedî jin û male, û xelkê gundê “Filkan”a girêdayî devra Mirgewer a bajarê Urmiyê ye.