Raporek derheq binçavkirina Çelengên Xwêndekarî ên Kurd

14:52 - 31 Kanûna Paşîn 2013
Ajansaî Kurdpa: wezareta Îttlat a Komara Îslamî a Îranê hejimarek ji çelengên Xwendekarî ên Kurdistanê destbiser û jibo ciheke nediyar şandin.

Li gori nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya Kurdpa, li heyamê çend rojên bihûrî de hêzên ewlekarî yên Îranê li bajarên parêzgeha sine 5 çelengên Xwendekarî ên Kurd girtin û di pêywendiyek telefonî de gef ji çelengek din xwarin.

Şaho Ehemdî yek ji çelengên Xwendekarî ên bajarê Merîwanê di pêywendiyek telefonî de tewî Ajansa Kurdpa jibilî piştrast kirina wan nûçeyan, ragehand: di dirêjiya çêkirina dosiyeyên de nawendên ewlekariyê li dijî xwendekar û çelengên sivîl ên Kurd, roja Sêşem Berwar 9’ê Rêbendanê 5 çelengên xwendekarî ji aliyê hêzên Îttlatî hatin binçav kirin û jibo cihekî nediyar hatin vegohastin.

Çelengê xwendekarî ê zanîngeha Merîwanê eşkere kir, sibedeya roja Sêşem, çendîn çelengên xwendekarî bi navên: Davud Qesîmî ê kurê Qadir û xwendekarê karnasiya Civat nasi a zanîngeha Tehranê,Saman Mehmudî kurê Husên û xwendekarê karnasi a zanîngeha Urmîyê,Xalid Mihemedî xwendekarê karnasi a coxrafiyayê, Soran Danişver xwendekarê rişteya Mal û bajêr çêkirinê a zanîngeha Sinê û Mihemed Konepoşî kurê Elî û xwendekarê zanîngeha Urmîyê ji aliyê hêzên ewlekarî ên dewleta Îranê hatine binçav kirin.

Şaho Ehemdî li dirêjiya axaftina xwe de got:Îdareya Îttlat a Merîwanê li rêya telephone pêywendî bi malbata min girtine û gef ji min xwarine.
Şaho got ku li roja Sêşemiyê 50 kes ji kes û karên wan kesên ku hatine girtin li berderiyê Fermandariya bajarê Merîwanê hatine girtin ku daxwaza eşkere bûna çarenivîsa kurên xwe dikirin.

Nav birî base vê yekê jî kir, ev kesên ku hatine girtin di heman demê de malên wan ji aliyê hêzên rehîma Îranê hatine griyan û Kampiyotêr û zaf ji alavên wan jibo Îdareya Îttlat hatine vegohastin.

Saman Mehmudî û Soran Danişver ku berê jî hatibûn girtin û lêkolîn ji wan hatibû kirin.

Di heman demê de çavkanî bas ji vê yekê dikin ku çelengek din ê xwendekarî bi nave Zana Muînî hatiye girtin, lê heya niha ew nûçeye nehatiye piştrast kirin.

Her wisa çend rojan berî niha Hîwa Tase xwendekarê zanîngeha Elame Tebatebayî a Tehranê bi biryara Îdareya Îttlatê ji xwendinê hat bêpar kirin.