RAPORA KONGIREYA NAVNETEWIYA PEN Û BEŞDARIYA PENA’A KURDISTANÊ

16:27 - 18 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: 78‘emîn Kongireya PEN International, bi beşdariya 300 nivîskaran ji 143 navendên PENên cuda ji 102 welatên cîhanê rojên di navbera 10.09. heya 15.09.2012, li bajarê Gyeongju a Korea Başûr birêve çû.

Rojeva serek ya Kongireya îsal ”Wêje, Mediya u Mafê Mirovan” bû.

Li gor ragîhandinên PEN’a Kurdî, Îsal nivîskarên Kurd, bi awayek çalak di Kongireya Navneteweiya PEN de beşdar bûn.

Li ser navê Navenda PENa Kurd, endamên Komîteya Birêveberiya Giştî, rêzdaran Bêrivan Dosky u Abdullah Hicab beşdarî kongireya îsal bûn.

Roja yekê ya Kongireyê bi axaftinên vekirinê, basên giştî li ser mijarên serekeye Kongireyê u kurte raporên di derbarê xebat u çalakiyên Navendên PENên cuda de derbas bû.

Di destpêkê de berpirsê PEN’a Nevnetewî û Berpirsê PEN’a Kureyê peyvîn û pişt re wezîrê Çandî a Kureya Başurîn, bahsa xwe pêşkeş kir.

Piştî axaftinên vekirinê u rêuresma fermî, raporek li ser xebat u çalakiyên navendên PEN’ên endam di PEN International de hate pêşkêşkirin.

Di beşa xebat u çalakiyên navendên PENên beşdar de beşek jî li ser xebata Navenda PENa Kurd di warên ziman, azadiya raderbirîn u rewşa nivîskarên Kurd di girtîgehên welatên serdest li Kurdistanê de bû.

Di roja duyemîn de Şanda PENa Kurd di axaftinên xwe de li her çar komîteyên Jinan, Mafê Ziman u Wergêrê, Aştî u Nivîskarên di Girtîgehê de basî bandora rewşa siyasiye Kurdistanê li ser wêje u zimanê Kurdî u rewşa nivîskar u rewşenbîrên Kurd kir.

Her Yek ji PEN’ên cuda ên welatan di wê Kongireyê de çalakiyên û gotarên xwe pêşkeş kirin.

Di PEN’a Nevneteweiya Îsal de bahsek dorfireh ji ser rewşa Nivîskarên sertaserî Cîhanê ên ku di Girtîgehan de ne, hatekirin.

Her wisan ji aliyê Komîteya Nivîskarên bas ji Nivîskar û Rojnamevanên Kurde di hebsîgehan de li Turkiye anî ziman ku biryar e PENa Navneteweî, bahsa xwe ji ser wê mijarê, ji Dewleta Turkiye re bişîne.

Di hevdîtinên cuda yên ku şanda PENa Kurd bi navendên PENên dost re encam danî, her du PENên Çek u Mecar bi awayên fermî PENa Kurd ji bo beşdarî di boneyên ku ew navend wê di dema pêşiya me de bi rêve bibin vexwandin.

Şanda PENa Kurd her wisan bersiva pirsên li ser wext u şêweyê lidarxistina kongireya giştî ya Navenda PEN a Kurd da. Di wê derbarê de PENa Navneteweyî wê li benda bi cî anîna biryarên PENa Kurd be.

PEN’a Kurdistanê diyar kir ku ew hewl didin kongreya xwe ya pêşerû di 22yê Nîsana 2013yê de li Amedê li dar bixin.