Rahiyan ê nûr, zarokên gundik bo nav nivîsan li besîc han didin

13:13 - 1 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa : endamên besîc û sipaha pasdaran li midê 2 heyvên borî de bo cara 2ê çone nawa gundê Dizlî û zarokên vî gundî ber bi mezheba Şîe û nav nivîsîn li besîce de han didin.

Gorekî raporta ajnsa nûçe gihaniya Kurdpa û bi gotina yekik ji xelkên rûniştiyê gundê Dizlî, hemû rojan zêdetir ji 10 otobûs ji andamên sipaha pasdaran di bin navê karwanê Rahiyan ê nûr, diçne mizgevta gundê “ Dizlî”a ser bi şarê Sewlava û bi roj foto û pûstêrên taybet bi besîc, li naw welatiyan de bela dikin.

Bi gotina yekik ji rûniştiyên vî gundî, karwanê Rahiyan ê nûr bi caran kitêbên taybet bi mezhebê Şîe, şerbet û şîrnî di naw welatiyan de par divekin.

Her wisa mideyik pêş niha û li despêka heyva Remezana îsal de, komik din ji karwanê Rahiyan ê nûr ber bi gundê Dizlî kiri bûn ku midê çend rojan li mizgevta vî gundî de mabûn.

Gundê Dizlî yekik ji herêmên şerê Îran-Êraq bûye û her wisa Xamineyî rêberê hukûmeta islamiya Îran li sala 1388 de serdana vî gundî kiri bû ku bi vê hegerê gundê Dizlî bû ziyaretgeha Rahiyan ê nûr û hêzên sipaha pasdaran weke ciyik pîroz çav lêdikin.

Ev karê Rahiyan ê nûr li reşik deye ku gelempera rûniştiyên gundê Dizlî Sunnî mezhebin û ev jî nerehetî û nigeraniya gundiyan aniye pê.
\"14984.jpg\"

\"14983.jpg\"