Raguhastina “ Namiq Mehmûdî” bi dezgeha ewlehiya şarê Sinê

17:19 - 28 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: Namiq Mehmûdî, girtiyê bi temenê Kurd ji aliyê ajanên dezgehaewlehiya şarê Sinê û bi agadariya berpirsên girtîgeha Recayî Şehr ê Kerec, bi dezgeha ewlehiya şarê sinê hat raguhastin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Namiq Mehmûdî Kurde girtiyê 62 salî ji xelkê dewera Seqqiz, 15 roj pêş niha bi amanca lêkolîn, ji girtîgeha Recayî Şehr ê Kerec bi dezgeha ewlehiya şarê Sinê hate raguhastin û heya niha di bin lêkolînê deye.

Namiq Mehmûdî paşî 17 heyv hews kêşan, dosya vî bi neronî maye û pêşde jî caran ji aliyê hêzên asayişa wezareta ewlehiyê bi amanca lêkolîn ji girtîgeha Recayî Şehr ê Kerec bi cê nekivş hatibû raguhastinê.

Ev girtiyê Kurd, li sedem îşkenca ajanên asayişê û her wisa pêre negihştina midîkal û xemsariya berpirsên girtîgeha Recayî Şehr ê Kerec, yekik ji çavên xwe ji dest daye.

Namiq Mehmûdî, ji xelkê gundê “ Îranşa”a ser bi şarê Seqqiz, li bihara sala 1391 de ji aliyê hêzên ewlehiyê hat girtin û heya niha dosya vî bi neronî maye.