Ragihandina berwext ya roja cejna Remezanê, binçavkirina 4 melayên kurd bi dû xwe re anî

16:43 - 6 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Piştî borîna 17 rojan, tu zaniyariyek ji çarenivîsa 4 melayên binçavkirî ên kurd ji aliyê hêzên îtilaatî ên Bokanê ve li ber dest nine.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 4 melayên kurd ku xelkê Bokanê ne û yek ji wan pêşnimêjê gundê “Temîşe” ye, piştî cejna Remezanê ve ji aliyê hêzên ser îdareya Îtilaata Bokanê ve hatine binçavkirin.

Çavkaniyek haydar ji Bokanê bi nûçegihanê Kurdpa re daye zanîn ku hêzên Îtilaatê bi tometa ragihandina pêşwext ya cejna Remezanê berî hikûmetê, ew çar mela girtine.

Wî da zanîn ku serbarê dûreçûn û lêpirsîna kes û karên wan melayan ji nawendên ewlekarî ên Bokan, Mehabad, Miyanduav û Urmiyê, lê heya niha ji cihê destbiseriya wan tu zaniyariyek li berdest de nine.

Heya vê demê ku nûçe hatiye berhevkirin, nasnameya van 4 melayên kurd ji ajansa Kurdpa re nehatiye eşkerekirin.

Givaş û afirandina pirsgirêkan jib o şaromenên sunemeseb li Îranê de di halekê de ye ku pêka belgeyên berdest, pitir ji 15 milyon şaromendên sunemeseb li Îranê de dijîn û ev givaş li halekê de ne ku Wezîrê Îtilaatê yê serdema serkomariya Xatemî, niha wekî cihgirê serkomar bo kar û barên kêmaniyên netewî û mesebî hatiye diyarîkirin.