Qezaya terafîkê li cadeya Sine-Merîwan

14:48 - 7 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Qezaya terafêkê li cadeya Sine–Merîwan a rojhilatê Kurdistanê, kuştiyek û 7 birîndar bi pey xwe hîşt.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja pêncşemî 5’ê şibat (February) a 2015’an, bi sedema jihev qelibîna du tirombêlên cûneyên sarbûnê (pîkan-pêjo )li cadeya gundê “Arindan ”, 7 hemwelatî hatin birîndar kirin û yek jî mir.

Peyamnêrê Kurdpa li Sine ragihand: Ew bûyer bi sedema xirab bûna cadeya gund û ajotina bi tund a ajovan (şofir) hatiye holê.

Peyamnêrê Kurdpa her wiha nasnameya kesê ku jiyana xwe ji dest dayî, Ferîde Ehmedî wezîfedara navenda leşsaxî (tendurustî) li gundê “Arindan” destnîşan kir.

Tê gotin birîndarên wê qezaya terafîkê bo nexeşxaneke bajarê Sine a rojhilatê Kurdistanê hatin veguhastin ku niha bin çandêrya bijşîkî de ne.

Rêya Sine- Merîwan yek ji bi tahlûke (xeter) tirîn riyên Kurdistanê ye ku bi sedema ne standard bûnê, salane bi dehan kes di wê riyê de jiyana xwe ji dest didin.

Ji aliyekî din ve havîna borî mihwera Merîwan – Sine ku nêzî bajarê“Şowîne” û çend gundên din re derbas dibû, bi hinceta rijyana kewiran li çiyayê pişt cadeyê, bi mihwera Garan- Tîjtîj hat guhertin.

Bi gotina karzanan, ew guhertinane bê bername û plan tên encam dan û xisarên mezin bi welatin digehînin lê karbidestên hikûmeta Îranê tevî wan pirsgirêkên rêûban ên hemwelatiyan, xemsariyê nîşan didin.