Qewimiyên kar, karkerik Kurd kire qurbanî

20:53 - 8 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: karkerik ji xelkê dewera Kamiyaran, li sedem ketin naw bîrê de pişt jê şikest û bi yekcarî ji kar ket.

Çend roj pêş niha welatiyik bi navê” Muxtar Rostemî” 38 salî ji xelkê gundê” Kole Sare”a ser bi şarê Kamiyaran li sedem ketin bi naw bîrê bi dujwarî birîdar û seqet bû û niha li bin çavdêriya duxtoran deye.

Gotiniye ku navbirî babê 3 zarokane û bi hegera çinebûna garantiyê, hêza kirîna dermanan û xercê nexweşxanê çinine.

Her wisa li wê barê de malpera yêkitiya azada karkerên Îran parvekiriye ku pêşde jî birayik dine vî welatiyê Kurd ku li bendava “Gawşan” li xebitina kar de , li sedem qewimiya kar canê xwe ji dest dabû.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statistîkên ajansa Kurdpa, li despêka heyva Gelawêja îsal heya niha, 10 karkerên Kurd li sedem qewimiyên kar canê xwe ji dest dane û her wisa 6 karkerên din jî birîndar û seqet bûne.

Bi hegera nebûna parastina asayiş li cê kar kirinê û xemsariya xwedîkar bo parastina canê karkeran, li sal de bi 10an karkerê Kurd dibin qurbanî, ber hindê dibe ku hejmara serast ji vê hindê jî zêdetir be.