Qewimiyên hat û ço li Selasa Bavecan û Ciwanro, 20 qurbanî li xwe girt

22:43 - 17 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa : li 2 qewimiyên hat û ço li herêma Selasa Bavecanî û Ciwanro, 20 welatiyên kurd jê hatin kuştin û birîndar kirinê.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Çarşema borî de li sedem wergerandina maşîna Saypa li ciyik bi navê “ Nawdê” ku hilgirê 6 kesan bûye, 4 kes ji wan bi navên “ Teyîbe Yûsifî” jina “ Izzet Moradî” û her wisa “ Şîrîn û Fethullah Moradî” biraziyên navbirî canê xwe ji dest dan.

Her widsa 2 welatiyên din bi dujwarî birîndar bûn û ji bo derman kirina birînên wan raguhastiyê nexweşxanê kirine.

Bi gotina welatiyan, wê rêkê çi lemper û nîşandekên tirafîkî li tenişt rêkê çininin û bi vê hegerê li sal de bi dehan welatiyên Kurd dibin qurbanî û tûşî zererên canî û malî dibin.

Ji aliyik din li hemen rojê de bi hegera wergerandina maşînik din ya Saypa li cêyik bi navê “ Serav a Berî Zincîr” ku hilgirê 14 welatiyê gundê “ Kizê”a ser bi şarê Ciwanro bûye, 8 kes ji wan bi dujwarî birîndar bûn û rewşa tendurustiya 3 kes ji wan xirab hatiye ragihandin.

Xemsariya berpisan û aliyên girêdayî bo danîna lemper û nîşandekên tirafîkî li rêyan de, li sal de bi dehan welatiyên Îranî dibin qurbanî û li wê barê de roja 11ê Gelawêja îsal de Mînî Bûsik misafir hilgir li sedem ketin naw ava Bendava Karûn li parêzgeha Xûzistan 12 welatî canê xwe ji dest dan.
\"14668.jpg\"