Qewimiya kar li Silêmanî canê karkerik Sineyî jê istand

16:12 - 22 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: karkerik din ji xelkê Kurdistana Rojhilat li dema kar kirinê de li sedem weresiyan ji bilitayiyê canê xwe ji dest da.

Gorekî reporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja borî 31ê heyva Gelawêj, karkerik ji xelkê şarê Sinê ku li halê kar kirinê debû, li sedem weresiyan ji naw projeyik bina sazî bi dujwarî birîndar bû û li ber hinê canê xwe ji dest da.

Nûçe gihaniya Kurpa li şarê Silêmanî, kesatiya wî karkerê 26 salî,” Meirûf Nemekî” kurê” Heme Kerîm” û ji xelkê şarê Sinê ragihandiye.

Bi hegera ambargoyên naw-netewî û her wisa nebûne derfetên kar li welatê Îranê û bi taybet li herêmên Kurdistaniyên Îran, hejmarik berçav ji hevwelatiyên Kurd bi amancakar kirin rû bi Herêma Kurdistanê Kirine û li sedem de heya niha çendîn karker li qewimiyên ser kar de ji dest daye.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa Kurdpa, li despêka heyva Xakelêwa îsal heya niha 4 karkerên kurd ji Kurdên Rojhilat, li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Ev hejmara bi piştrast bûn bi statîstîkên ajansa Kurdpa, tên weşîn û dibe kuhejmara serast ji vê hindê jî zêdetir be.

Her wisa li kutayiya heyva Reşema sala borî , 4 karkerên ji xelkê Isfehan ku li kompanyaya “ Asiya Sel” li nêzî taxa Raperîn li şarê Silêmaniyê dema kar kirinê, li qewimiya kar de kesik ji wan canê xwe ji dest da û 3 kesên din bi dujwarî birîndar bûn.