Qetil kirina welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên leşkerî ên Îranê ve

14:29 - 4 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di encama gulle reşandina hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ser kasibkarên Kurd, kesek hat kûştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji 10 kîlometreya bajarê Kirmaşan bo Sine a rojhilatê Kurdistanê (sê rêya Qazançî), tirombêla kasibkarekî Kurd kete ber êrîşa gulleyên hikûmeta Îranê û di encamê de ajovanê wê wesayêtê jiyana xwe ji dest da.

Nasnameya kesî hatî kûştin, Secad Guderzî temen 24 sale, xelkê gundê Zêweya Kamyaranê hat ragihandin ku beriya niha bi midetek bû jiyana hevpar pêkanîbû.

Di bûyera qewimî de kesekî din bi navê,“Newzîr” xelkê gundê “Têleko”ê ser bi bajarê Kamyaran ku ew ji li terombêlê de bû, hat birîndar kirin.

Ji aliyekî din ve di encama gulle avêtina hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, 2 ciwanên beşa“Xawmîrawa” ya Merîwanê ku li ser tixûb, kasibkarî dikirin bi tundî hatin birîndar kirin.

Ew bûyer ku roja Înê bervar 2’ê çileya paşîn a 2015’an qewimî, 2 kasibkar bi navên Bextiyar xelkê gundê “Şaranî” û Mehmûd xelkê gundê “Qutuwend” birîndar bûn ku Mehmûd bi sedema giraniya birîna wî bi nexwşxaneyê hat veguhezrtin.

Bi gotina peyamnêrê Kurdpa, hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, li nêz gundên,“Sawcî” û “Mêrgedirêj” gulle bi ser kasibkarên Kurd reşandibûn.

Peyamnêrê Kurdpa li Merîwana rojhilatê Kurdistanê, di dawiya axaftina xwe de amje bi vê yekê kir: Hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê, hevdem ligel birîndar kirina wan 2 kasibkarane, 10 kasibkarên din jî binçav kirin ku heya niha jî çarenivîsa wan nehatiye zelal kirin.