Qesra Şîrîn/ Hejmara qurbaniyên mayînê gihîşte 124 kesan

17:59 - 17 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Bi sedema teqîna mayîneke din a bi cî mayî di heyamê 8 sal şerê Îran û Îraqê de, 2 cotyarên bajarê Somar, bi giranî birîndar bûn.

Gorî nûçeyeke ragihandî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, piştî borîna 26 sal bi ser şerê Îran û Îraqê re, heya niha jî qurbaniya bi pey xwe tîne. Di wî warî de nûtirîn raport çandina mînekî li Qesir Şirînê piştras dike ku du birîndaran bi xwe digre.

Bûyera teqîna mayînê di çend roj pêş niha de hate holê û bi gotina peyamnêrê Kurdpa, kesê birîndar bûyî cotkarê deverê bûye.

Gorî raportê, cotkar di nava zevyê xwe, di cihekî sînordar ê bi navê “Gendomban”de mijûlî cotkariyê bûn ku nişkave ligel teqîna mayînê rûbirû dibin.

Ew 2 welatiyê kurd niha li nexweşxaneyekî Îslamabad a Rojava, di bin tedawiyên bijîşkî de ne.

Ji sala 2011’an heya hefteya borî, 132 teqînê mayînên bi cî mayî di 8 sal şerê Îran û Îraqê de, li bajarê Qesir Şîrîn ê 122 kes birîndar û 13 kes jî hatine kuşt in.

10 salên borî de 126 kes li Qesi Şîrînê, bûne qurbaniyê şerê 8 sale ê navber Îran û Îraqê de .

Li gor axaftinên akinciyên deverê, paqijkirina deverê ji mayînan bi awayekî xemsar û tenê heya 30 santîmetran hatiye encam dan. Eva di demekê de ye ku navenda girêdayî bi Wezareta Berewanî a Îranê gotibû; heya 80 santîmetran divê deverên mîn têde hatinî çandin, ji mayînan bê paqij kirin.