Qerayilan: Em piştgiriya awabûna dewleteke Kurdî ya neteweyî nakin !

14:30 - 27 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Serokê Konseya Rêveber a KCK-ê Murad Qerayilan ji hinek rojnamevanên Turk re axifî û got ew piştgiriya dewleteka Kurdî ya neteweyî li Kurdistana Îraqê nakin ji ber di dewleta neteweyî de ”dîktatorî” çêdibe.

Qerayilan, ji bo vekişandina çekdarên PKK-ê ji Kurdistana Turkiyê, li Qendîlê civîneke çapemeniyê lidar xist. Qerayilan behsa vekişandina çekdarên PKK-ê kir û herweha di axaftina xwe de behsa siyaseta PKK-ê li herêmê û Kurdistanê jî kir.

Piştî konferansê Qerayilan ligel hinek rojnemevanên Turk sohbet kir. Qerayilan di axaftina xwe de behsa serxwebûna Kurdistanê kir û got: Eger Herêma Kurdistana Iraqê dewletek serbixwe ragihîne, em piştgiriya wê nakin.’’

Derbarê siyaseta PKK-ê ya herêmê û Kurdistanê de jî Qerayilan got: ‘’Li Rojhilata Navîn em alîgirên wê yekê ne ku hemî gel bi hev re wekhev di atmosfereka demokratîk de wek birayan bijîn. Ev jî bi konfederalîzma demokratîk û federasyonê dikare pêk bê. Di dewletên neteweyî de dîktatorî çêdibe.’’